Li sê bajaran 23 kes hatin binçavkirin, 15 kes hatin girtin
Polîsên dewleta Tirk li Sêrt, Antalya û Êlihê avêtin ser malan û 23 kes kirin binçavan ku piraniya wan rêveberên DBP'ê ne. 15 kes jî hatin girtin.
Polîsên dewleta Tirk li Sêrt, Antalya û Êlihê avêtin ser malan û 23 kes kirin binçavan ku piraniya wan rêveberên DBP'ê ne. 15 kes jî hatin girtin.
Hêzên çekdar ên dewleta Tirk, li navenda bajarê Sêrtê û navçeya Dihê avêtin ser malan. Di serdegirtinan de 16 kes hatin binçavkirin, ku rêveberên DBP'ê jî di nav de hene. Binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê.
Kesên hatine binçavkirin ev in: Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr Îdrîs Îlhan ê DBP'yî, endamên meclîsa Şaredariya Dihê yên DBP'yî Îdrîs Yildirim, Salîh Ozer, Azîz Dayan, Mûsa Baykara, Serokê berê yê DBP'ê yê Dihê Huseyîn Alan, rêveberên berê yên DBP'ê yê Dihê Tahîr Tûgrûl, Fatma Ozer, Orhan Yildirim, Tahsîn Aksû, Cîgirê Hevserokên HDP'ê yê Dihê Senadîn Tîmûrtaş, rêvebera HDP'ê ya Navçeyê Gulcan Beştaş û Bahattîn Aksû, Hakki Çalepkolû.
LI ÊLIHÊ 7 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li Êlihê jî hêzên çekdar ên Tirk avêtin ser malan û Hevserokê Navçeya Navendî ya DBP'ê Şerîf Yagiz, Rêveberê DBP'ê yê Bajêr Gurgîn Bîlîr û Endamê Desteya Dîsîplînê yê Bajêr ê DBP'ê Huseyîn Yildiz û welatiyên bi navê Savaş Boz, Cîhan Erdogan, Mehmet Alkan û Îbrahîm Bîçecek hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina 7 kesên birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr, nehat zanîn. Tê gotin, ku fikar hene hejmara binçavkiriyan zêde bibe.
15 KES LI ANTALYAYÊ HATIN GIRTIN
Li Antalyayê, 2 ji 20 kesên beriya pîrozbahiya Newrozê hatin binçavkirin hatin berdan. 15 kes jî hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Antalyayê.
Kesên hatine girtin ev in: Nerîman Bakir, Mehmet Şah Ertekîn, Adnan Ertûgrûl, Ferhat Kaya, Cevzet Tûnç, Vehbî Erdem, Azad Kaya, Bêrîvan Aydin, Berat Kiran, Hanim Alpar, Hakan Şîmşek, Ebrû Şahîn, Tûncay Çîçek, Mazlûm Efe û Mazlûm Ak.