Li Romayê li ber Sefaretxaneya Fransayê çalakî

Li Romayê li ber Sefaretxaneya Fransayê çalakî

Li paytextê Îtalya Romayê jinên Kurd ji bo kujerên Komkujiya Parîsê derxînin holê, li ber Sefaretxaneya Fransayê çalakiyek li darxistin.

Ji bo ronîkirina Komkujiya 9’ê Çileyê li paytextê Fransa Parîsê û kujerên 3 siyasetmedarên jin yên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bêne aşkera kirin her Çarşem li ber Sefaretxaneya Fransayê çalakiyan pêktînin, vê hefteyê jî dom kir.

Jinên ku li Piazza Farnese hatin gel hev, têkildarî komkujiyê belavok belavkirin. Di vê navberê de Televîzyona Îtalyayê Ria News ku têkildarî komkujiyê nûçe çêkirin, Konsolosa Tirk bertek nîşanî rayedarên Kanalê da û hate hînbûn ku, wan jî bersiva “rastî çiye ew hatiye dayîn.”