Li Rojava komên çekdar êrîşê gundan dikin

Li Rojava komên çekdar êrîşê gundan dikin

Li Rojavayê Kurdistanê. li herêma Til Koçer çekdarên Cebhet Elnesra, Tabûrên Farûq û Eltewhîd di saetên nîvro de êrîşî gundê Rimêla kirin. Herwiha komên çekdar ên xwe li ser Artêşa Azad hesab dikin, êrîşî ambarên genim ên li gundê Xêbiş ê 5 kîlometreyî dûrî bajarokê Tiltemir dikeve, kirin

Komên Çekdar ên xwe li ser Artêşa Azad hesab dikin, duh di saetên şevê de êrîşî ambarên genim ên li Gundê Xêbiş ku 5 kîlometreyî rojavayî bajarokê Tiltemir dikeve kirin. Şêniyên gund ji ereban pêk tên.

Di encama bersivdayina gundiyan de pevçûn rû dan. Di pevçûnê de gundiyê bi navê Ehmed Feyad jiyana xwe ji dest da û 6'ên din birîndar bûn. 8 gundiyên din jî dîl ketin destê komên çekdar. Komên çekdar dest danîn ser ambarên genim. 

TIL KOÇERÊ JÎ ÊRÎŞ

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku çekdarên Cebhet Elnesra, Tabûrên Farûq û Eltewhîd êrîşî gundê Rimêla Başa ya 40 kîlometrî dûrî bajarokê Til Koçere, kirin. Di encama berxwedana gundiyên ku ji eşîreyên Şerabiya û Ubêd yên Ereb pêk tên û Komên çekdar de pevçûn derket.

Hate ragihandin ku hêzên çekdar gund dorpêç kirine. Êrîş ji aliyê bajarê Til Hemîs de pêk hat. Herwiha duh komên çekdar êrîşî bajarokê Til Koçer a li ser sînor kiribûn.