Li Qibrisê Newroz bi bayê biharê hate pîroz kirin
Li Qibrisê Newroz bi bayê biharê hate pîroz kirin
Li Qibrisê Newroz bi bayê biharê hate pîroz kirin
Kurdistaniyên ku li bajarê Lîmasol yê Qibrisê jiyan dikin, Newroz bi bayê biharê pîroz kirin. Duh Kurdistaniyê ku li Qibrisê jiyan dikin, li ber Bendava Alassa ya Lîmasolê hatin cem hev û bi awayek coş Newroz pîroz kirin.
Herêma Newrozê ku xweş û bi tavbû posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 jinên siyasetmedar yên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên li Parîsê hatin qetilkirin û alên KCK’ê hatin daliqandin. Pîrozbahî di demjimêr 10.00’an de bi sirûda Herne Pêş û deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Bi sedan Kurdistaniyê ku tevlî pîrozbahiyê bûn di axaftinên ku hatin kirin de pêvajoya nû ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza dîrokî ya 21’ê Adarê ya Amedê de silav kirin. balkişandin ser ku, ev pêvajo dê bi pêkanîna yeketiya di navbera Kurdan de bihêz bike. Weke din jî hate diyarkirin ku, kampanya îmzeyan ya di çarçoveya azadiya Ocalan de hatî destpê kirin heya niha li Qibrisê 25 hezar îmze hatine komkirin. Her wiha hate aşkera kirin ku, li Qibrisa şêniya wê 900 hezar pêwîst bû armanca komkirina îmzeyan 100 hezar ba. Balkişande ser girîngiya wê ku pêwîste ji bo vê kampanyayê her Kurdek tevlî bibe û çi malekê nehêlin biçin li derê her kesê bidin. Bi vî awayî dê qat bi qat bigehin armanca xwe.
Di pîrozbahiya ku bê navber sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK”, “Bijî YPG” qîriyan û bi stranên Koma Armanc, Koma Amara û hunermendên herêmî Îsmaîl Çeçan girseyê govend girêda û şahî bi govendê bidawî bû.