Li Parîsê Cejna Vejînê hat pîrozkirin
Li paytexta Fransa Parîsê, 39’emîn sala PKK’ê bi coş hat pîrozkirin.
Li paytexta Fransa Parîsê, 39’emîn sala PKK’ê bi coş hat pîrozkirin.
Di aktîvîteyê de ku saet 18.00’an li salona EspaceVenise ya li banliyoya Sarcelles bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan pêk hat, Parlamenterê berê Kemal Aktaş, endama Tevgera Jina Kurd Zozan Serhed û endamên Ciwanên Azad axivîn.
Kemal Aktaş bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, bi silavkirina tevahî jinên berxwedêr dest bi axaftina xwe kir, salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir û got: “Ev gel têk naçe, çokan naşkîne û bi ser bikeve.”
Endama Tevgera Jina Kurd Zozan Serhed jî salvegera damezirandina PKK’ê di serî de Rêberê Gelê Kurd û gelê Kurd, li her kesî pîroz kir û got; “Jinên Kurd ên li dor felsefeya Rêber Apo kîlît bûne, kabûsê sîstema zilamserwer in, lewma jî her tim jinên berxwedêr hedefa hikûmeta AKP’a faşîst de ne. Jinên berxwedêr wê teqez bi ser bikevin.”
Endamên Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad jî axivîn.
Piştî axaftinan, peyamên sazî û rêxistinên mîna Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan, MLKP Fransa, ADHK-Parîs û MKP’ê ku salvegera PKK’ê pîroz kirin, hatin xwendin.
Aktîvîte bi stranên Zele Mele, Xemgîn Bîrhat, Zozan Zûdem Deza Amed, Koma Zarokan û Govend dewam kir û bi fîşekên hewayî û govendan heta derengê şevê ajot.