Li Parîsê çalakiya ‘Em edeletê dixwazin’ pêk hat

Li Parîsê çalakiya ‘Em edeletê dixwazin’ pêk hat

Çalakiya ‘em edeletê dixwazin’ ya li Parîsê îro jî berdewam kir.

Bi armanca ku qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd yên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez şermezar bikin û kujerên wan bên dîtin her hefte çalakiya ‘Em edeletê dixwazin’ pêk  tê.

Li ber akademiya Hunerê ya Kurdistanê saet di 14.00’an de meşê dest pê kir. Di meşê de pankarta ‘106 roje em hêj li Edeletê digerin’ hate derxistin û jinan diyar kirin ku, ‘ew dixwazin kujer bên dîtin’. Di çalakiyê de bê navber dirûşme hatin qîr kirin û heta ber Buroya Enformasyona Kurdistanê ya Rue La Fayette berdewam kir. Li ber boruyê rêz hat girtin. Yekitiya Jinên Sosyaslîst bi hêzeke mezin tevlî çalakiyê bûn.