Li Parîsê berxwedana girtiyan hate silavkirin
Li paytexta Fransa Parîsê, ji bo balê bikêşin ser grevên birçîbûnên ên li girtîgehên Tirkiyeyê çalakî hate lidarxistin.
Li paytexta Fransa Parîsê, ji bo balê bikêşin ser grevên birçîbûnên ên li girtîgehên Tirkiyeyê çalakî hate lidarxistin.
Li ser banga Ciwanên Azad û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê çalakiyek hate lidarxistin û bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn. Mîtînga ku di saet 18:00'an de li pêşiya Gar de lest de, pankarta 'Bijî Berxwedana Zindanên Tirkiyeyê' hat vekirin.
Di mîtîngê de Endamê Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Yûsûf Alkan axivî û berxwedana zindana silav kir û wiha got:
"Bi sedan girtiyên siyasî,mafê wan yên bingehîn hatine xespkirin, ji bo tecrîda girankirî a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê protesto bikin, bedena xwe dane ber mirinê û herî kêm bi sedan girtî li ber sînorê metirsiya mirinê dene. Li rexmê ku girtî di sînorên mirinê de ne dewleta Tirk daxwazên girtiyan ji nedîtî ve tê. Erdogan ji bo ku sistema xwe ya serokatiyê ava bike, hemû şêweyê zext û şidetê li ser gelan rewa dibîne. Lê belê li dijî vê ciwanên Kurd her roj li qadan berxwedanê mezintir dikin û wê rê nedin Erdogan û sîstema despot."
Piştî mîtîngê girseya gel ber bi Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve meşiyan.
Di meşê de bê navber belavokên di derbarê grevên birçîbûnê de hatin belavkirin û dirûşmeyên 'Bê Serok Jiyan Nabe' hatin qîrkirin.