BI DÎMEN

Li Parîs,Dûîsbûrg û Mîlanoyê şehîd hatin bîranîn

Aktivîteyên bîranînê yên şehîdên meha Cotmehê dewam dikin. Kurdistanî û dostên wan ên ku li paytexta Fransa Parîsê, li bajarên Dûîsbûrg ê Elmanya û Mîlano ya Îtalyayê kom bûn, şehîdên meha Cotmehê bibîr anîn.

Aktivîteyên bîranînê yên şehîdên meha Cotmehê dewam dikin. Kurdistanî û dostên wan ên ku li paytexta Fransa Parîsê, li bajarên Dûîsbûrg ê Elmanya û Mîlano ya Îtalyayê kom bûn, şehîdên meha Cotmehê bibîr anîn.

PARÎS

Li Parîsê şehîdên Dersim, Gever û Bedlîsê hatin bîranîn. Di kesayeta gerîlayên HPG’ê Amhem Can (Alîşer Firat), Caner Ormer (Medenî Ronahî), Hûseyîn Ertûrk (Ferhat Zagros), Dîlek Gungenç (Roza Helîn), Gonul Ozturk (Dîcle Aso), Cîhat Beyhan (Yilmaz Cemşî) û Serhat Guneş (Serhat) de şehîdên meha Cotemhê hatin bîranîn.

Di bîranîna ku di saet 14:00’an de li lokala Navenda Civaka Demokratîk a Parîsê hate lidarxistin de Kurdistanî û malbatên şehîdan beşdar bûn. Bi deqeyek rêzgirtinê hate destpêkirin.

Di axaftinan de ev tişt hatin gotin: “Şehîdên me berxwedêrên têkoşîna azadiya Kurdistanê ne. Di vê rêya birûmet a ku wan vekirine de em ê li dijî faşîzma Tirk têkoşînê heta dawî dewam bikin. Em ê layîqî xeyalên şehîd û têkoşîna wan bin. Serê gelê Kurd sax be, serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sax be.”

Piştî bîranînê sînevziyona têkildarî şehîdan hate pêşkêşkirin. Bîranîn bi dirûşma “Şehîd namire” bi dawî bû.

DÛÎSBÛRG

Di kesayeta Gulnaz Karataş (Bêrîtan) û Meryem Hazar Çolak şehîdên meha Cotmehê li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanayayê hatin bîranîn.

Di bîranîn ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de aktivîst Leyla Şoreşger axivî.

Di bîranînê de sînevîzyon têkildarî şehîdan hatibû amadekirin hate pêşkêşkirin.

Bîranîn bi dirîşama “Şehîd namire” bi dawî bû.

Piştî bîranînê ji aliyê Komîsyona NCKDD Aşûreya ku hatibû amadekirin li beşdarvanan belav kirin.

MÎLANO

Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê bîranîna şehîdan hate lidarxistin. Di bîranîna ku bi sedan kes beşdar bû de parlementerê HDP’yê Şirnexê Faysel Sariyildiz, Profesorê Îtalî Paolo Bîance û malbatên şehîdan axaftin kirin.

Malbatên Selman Talan (Erdal Welat), Kemal Ozsonmez (Cîhan Sînemîlî-Cemo), Aysel Kûrûpinar (BEsê Tolhildan), Ahmed Can (Alî Şêr) û Tevfîk Siwasî başdarî bîranînê bûn.

Bîranîn bi dirûşmên “Şehîd namirin” ve bi dawî bû.

...