Li Osloyê şehîd hatin bîranîn û tecrîd hate şermezarkirin

Şoreşgerên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn bidarvekirin li Osloyê hatin bîranîn. Di bîranînê de 9’ê Cotmehê komploya navdewletî û tecrîd jî hate şermezarkirin.

Yên di 7’ê Îlonê de ji aliyê rejîma Îranê ve bi operasyonekê hatibûn şehîdkirin û şoreşgerên hatibûn darvekirin, li paytexta Norweç Osloyê li navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi aktivîteyekê hatin bîranîn.

Aktivîtiya ji aliyê Komîsyona PKK’ê ya Oslo ve hate organîzekirin, ji bo giyanê şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin.

Di axaftinên li ser navê komîteyê hatin kirin de bal hate kişandina ser êrîş û zextên rejîma Îranê ya li ser Kurdan û kedkarên Îranê.

Komîteyê ya ku bal kişand ser darvekirin û êrîşa li ser Partiya Demokratîk a Kurdistan- Îran (PDK-Î) û HDK, diyar kir ku wê têkoşîna şehîdan bilind bikin.

‘DIVÊ LI DIJÎ ÎRAN Û TIRKIYEYÊ BIBIN YEK’

Di bîranînê de siyasetmedar û nivîskarê Kurd Celalettîn Delîbaş axivî, 9’ê Cotmehê Komploya Navdewletî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir, divê li dijî êrîşên dewleta Tirk û Îranê yên li ser gelê Kurd bibin yek.

Bîranîn bi xwendina helbestan ve bi dawî bû.