Li Nurnbergê Rojên Çanda Kurdî
Li Nurnbergê Rojên Çanda Kurdî
Li Nurnbergê Rojên Çanda Kurdî
Li Nurnbergê Şevên Çanda Kurdî di 8-11’ê Gulanê de ye. Di programê de ji sînemayê heya muzikê, ji şanoyê heya panelan û çalakiyên ciyawaz cih digirin.
Li bajarê Nurnber yê Almanyayê ku çar sale weke kevnepoşî Rojên Çanda Kurdî tên kirin, îsal di 8-11’ê Gulanê de ye. Aheng ji aliyê Komeleya Çanda Kurdan ya Medyayê ku li bajar faliyetan birêve dibe tê organîze kirin. Bi dirêjahiya çar rojan ji deverên cûda ji muzîkê heya şano, ji sînema heya panelan û çalakiyên ciyawaz dê bên kirin. Ahenga ku cih daye programên danasîna çanda Kurdan, yadî jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên li Parîsê hatin qetilkirin, kir.
Ji Komeleya Çandê midûrê projeyê Ubeyd Salim di daxuyaniya dayî de ragihand ku, Rojên Çanda Kurdan beriya çar salan, weke projeya komeleya çandê destpêkiriye. Salim got: “Li eyaleta Bayernê hêjmarek zêde civaka Kurd heye. Li hineke bajaran komeleyên me yên herêmî jî tune ne. Dema ku em derketin rê, em fikirîn ku ji bo pêwîstiyên civaka Kurd bibîn bersiv. Projeyek wiha derket holê. Weke din jî armanca me ew bû ku, çanda, ziman û polîtîkaya Kurdan bi civaka ku em li gel jiyan dikin pê bidin nasîn. Me hewil da vê çandê derxînin derve.”
Salim destnîşan kir ku, dema me ev proje avakir, ji ber pêşdarazan li hember komeleyê zehmetî kişandin û da zanîn ku, “Destpêkê me zehmetî kişandin. Em dê çi bikin me nezanî, hinek bi rêya ceribandinê me zanî. Dema ku me serî li daîreya çandê ya şaredariyê de, li hember komeleya me pêşdaraz hebûn. Heta me ev şikandin nehêsan bû. Dîtin ku proje base, bi demê re me ev pêşdaraz şikandin. Kêm jî be em hinek piştgiriya aborî digirin. Lê belê di aliyê manewî de em piştgiriyek mezin digirin.”
Projeya îsal yadî sê jinên şoreşger yên li Parîsê hatin qetilkirin kir. Ubeyd Salim bilêv kirk u, ew dixwazin nave wan bidin jiyan kirin û go: “Mixabin hêjan erdnîgariyek me heye ku komkujî lê rû didin. 3 şoreşgerên Kurd li nîva Ewropayê hatin qetilkirin. Em tu carî vê qebûl nakin. Ji bo girêdana bi wan re, navê wa bidin jiyan kirin û xwedî li rêya wan derbikevin me ev aheng yadî wan kir. Dengê wan li ser me heye. Em dixwazin bi vê ahengê tekoşîna wan bi civakên din bidin nasîn û nîşanî wan bidin.
Naveroka programê dewlemende. Ji bo nasandina çanda Kurdan, ji cilan bigire heya xwarinan dê konên cûda bên vedan. Ji bo vekirina ahengê dê hunermend Erdogan Emîr û Ehmed Tirgil dê tevlî bibin. Roja duwem jî dê şano û film bêne pêşandan û şowa defê bê kirin. Di roja sêyem de jî dê panela binavê “Mêzekirina pirsgirêka Kurd û aştî” were li darxistin. Panela ku dê siyasetmedar tevlî bibin, dê nêzîkatiyên Kurd, Tirk û Ewropiyan werin dest girtin weke din jî bidirêjahiya ahengê dê pêşangeha wêneyên hunermend Rotînda Yetkîner vekirî be. Di fînala dawî ya Rojên Çanda Kurdî de jî dê hunermend Rotînda Yetkîner û Zelal Gokçe konserê bidin.