Li Nantesê bo Azadiya Ocalan standa Îmzeyan
Li Nantesê bo Azadiya Ocalan standa Îmzeyan
Li Nantesê bo Azadiya Ocalan standa Îmzeyan
Li bajarê Nantes ya Fransayê ji bo kampanyaya ‘Azadiya Ocalan’ îmze hatin berhevkirin.
Li bajarê Nantes ya Fransayê ji bo kampanayaya Azadiya Ocalan û nasandina zimanê kurdî stand hat vekirin. Di bin bana Komeleya Çanda Kurd ya Engîn Sîncer de standên li navenda Nantes hatin avakirin de ji bo Azadiya Ocalan îmze hatin berhevkirin û zimanên kurdî hat nasandin.
Nûnerên Komeleya Çanda Engîn Sîncer diyar kir ku armanca wan eve ku zimanê kurdî bi gelên din bidin nasîn. Nûnerên komeleyê destnîşan kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze berhevkirin.
Nûneran da zanîn ku dê bi saziyên li Nantesê re diyaloga xwe pêşve bibin û ji bo balê bikişînin sre peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newrozê de û geşedanên daweî dê hevdîtinan bikin.