Li Misirê bertekên li dijî Mûrsî kêm nabin

Li Misirê bertekên li dijî Mûrsî kêm nabin

Li pevçûnên li kolanan ji ber sedema sererastkirina makezagonî yên rayeyên Serokomarê Misirê Muhammed Mûrsî zêde dikin berdewam dikin, li aliyê din çav lê ye ku hem muxalîf û hem jî alîgirên desthilatdariyê sibe xwepêşandanên mezin pêk bînin. Bi rojane muxalefet bertekên hişk nîşan dide, Mûrsî jî îdîa dike ku, sererastkirinên têkildarî rayeyan ‘demî’ne.

Guhertinên makezagonî ku 22’ê Mijdarê destpê kirin û rayeyên Serokomarê Misrê Muhammed Mûrsî yê ji Birayên Misilman zêde dike, xwepêşandanên ku piştî van sererastkirina destpê kirin hêjan didomin. Di xwepêşandana de pevçûn rû didin, her wiha polîsan bi bombeyên çav şewitandinê êrîşî gelê li Qada Tehrîr ya Qahîrê kombûne kir. Li bajarê Damanhûrê jî di pevçûna li gel muxalîfan de ciwanekî alîgirê Birayên Misilman yê piştevanê Mûrsî jiyana xwe ji dest da.

Serokomar Mûrsî ku hewil dide bertekan kêm bike, îdîa kir ku, di guhertinên dawî yên makezagonê demine û arman ne ewe ku desthilatdariyê di destekê de kom bike. Daxuyaniya ku li ofîsa Mûrsî hate kirin, hate diyarkirin ku, Serokomar bi partiyên siyasî yên din re armanc dike ku rêyekî hevpar bibîne. Çav lê ye ku îro Mûrsî bi endamên Lijneya Dadgerên Bilind re kom bike.

MUXALIF LI QADA TEHRÎRÊ XWE JI BO XWEPÊŞANDANEK MEZIN AMADE DIKIN

Li aliyê Mûrsî ev tişt çêdibin, muxalif jî bêdeng na rawestin û bibiryarin. Çav lê ye ku di serî de li qada Tehrîr û paytext Qahîrê, her wiha li gelek deverên din çalakiyan pêk bînin. Muxalîf sibe xwe amade dikin ku li Qada Tehrîr xwepêşandanakî mezin pêk bînin.

Li aliyê din jî rêxistina Birayên Misilman jib o piştgirî dayîna Muhammed Mûrsî banga xwepêşandanekî li Qahîrê kir. Ji ber sedema ku bi muxalîfan re nekevin pevçûnê rêxistina Birayên Misilman dê çalakiya xwe dûrî Qada Tehrîr pêk bînin.

Sala 2011’an tevgera şoreşgerî ya ku bitaybet ciwanên ku azadîparêz û demokrat dayî destpê kirin, bi berdana Serok Dewletê berê Husnî Mubarek ya desthilatdariyê re bi encam bibû. Di hilbijartinên meha Hezîranê de Muhammed Mûrsî hate hilbijartin û ji aliyê muxalîfan ve weke dixwaze ‘naveroka şoreşê vala bike’ û dîktatoriyek din ava bike tê sûcdar kirin.