Li Mersînê hilbijêrên AKP’ê jî dibêje, 'NA'
Hevseroka HDP’ê yê Bajarê Mersînê Hatîce Şahîn diyar kir, ku li Mersînê zemîna AKP’ê jî tercîha xwe li ser dengê 'NA' dike û ji bo ku ev mezintir bibe got, ew ê biçin gel hemû beşên civakî.
Hevseroka HDP’ê yê Bajarê Mersînê Hatîce Şahîn diyar kir, ku li Mersînê zemîna AKP’ê jî tercîha xwe li ser dengê 'NA' dike û ji bo ku ev mezintir bibe got, ew ê biçin gel hemû beşên civakî.
Li Mersînê ku yek ji girîngtirîn bajarê herêma Behsa Spî ye û nifûsa Kurd lê têra xwe ye, tercîha Kurdan di referandûmê de li ser ‘Na’yê ye, ji bilî Kurdan jî beşekî mezin ê civakî jî meyla wan li ser ‘NA’yê ye li dijî dîktaya yek zilamî. Bi dehan rêxistin, komele, insiyatîv bi pêşengiya HDP’ê bi navê ‘’platforma em dibêjin NA’ hatin cem hev û li bajêr li hemû qadan dest bi xebatan dikin.
Hatîce Şahîn got li Mersînê ew ê hemû cihêrengiyên bajêr tevî nav xebatên xwe bikin û tercîha ‘NA’yê mezintir bikin.
‘NE TENÊ KURD DIBÊJIN, NA’
Şahîn diyar kir ku Mersîn bajarekî têra xwe kozmopolît e, li Mersînê ku Ermen, Tirkmen, Yoruk, Ereb bi hev re lê dijîn, Kurd jî xwedî nifûseke têra xwe hene. Şahîn diyar kir piraniya nifûsa Kurdan a li Mersînê, salên 90’î ji ber sedema şewitandin gundan, kmkujî û êşkenceyê neçar mane û hatine vî bajarî û wiha pê de çû: ‘’ Ji bo vê jî Kurdên ku li vir dijîn her demê li dijî sîstema faşîst helwesta xwe ji bo demokrasiyê û azadiyê daniye, vê demê jî ji her demê zêdetir li dijî faşîzmê û dîktatoriyê ne.’’ Şahîn diyar kir ku helwesta balkêş ne ya Kurdan e û got ji bilî Kurdan gelên Ereb, Yoruk, Ermen jî di vê pêvajoyê de meyla wan li ser ‘’na’ ye.
‘ZEMÎNA AKP’Ê JÎ DIBÊJE NA’
Şahîn anî ziman, ku li Mersînê li gel hemû beşên civakî zemîna MHP’ê jî dibêje, ‘na’ û got ya balkêş ew e ku zemîna AKP’ê meyla wan li ser ‘na’yê ye. Şahîn got: ‘’Di xebatên xwe de me dît ku zemîna AKP’ê ber bi ‘na’yê ve dişemite. AKP’yî dibêijn di vê pêvajoyê de ew ê bibin mexdûr û naxwazin bi rejîma yek zilamî werin birêvebirin.’’
Şahîn diyar kir ku ew bêyî ferqiyê bixinê hewl didin rejîma yek zilamî ji her kesî re bibêjin, ne girîng e bê ka ew AKP’ê ne yan ji parriyeke dî.
‘HELWESTA KARDARAN ZELAL E: NA’
Şahîn ragihand, ku ew bi derdora kardaran re axivîn û helwesta wan jî li ser na ye û bi taybetî beşê veguhastinê ku li Mersînê mezintirîn beşa kar meyla wan li ser nayê ye. Şahîn diyar kir ku beşên din ên kar jî meyla wan li ser nayê ye û ji bo ku vê meylê mezintir bikin ew ê xebatên xwe bidomînin.
'EM XEBATÊN XWE MEZTIR DIKIN'
Şahîn diyar kir ku ew bi navê ‘’platforma em dibêjin na’ bi komele, rêxistinên saziyên civakî hatine cem hev, bi hev re tevdigerin û toreke wiha çêkirine ku li hemû qadên bajaêr xebatên xwe dikin. Şahîn diyar kir ku ew ê xebatên xwe mezintir bikin û hemû beşên civakî bikin nav xebatan. Şahîn diyar kir ku ew ê hemû bi hev re ji bo ku ‘na’yeke xurt derxînin wê xebatan bikin û bi ser bikevin.’’