Li Mêrsînê 3 kes hatin girtin
Li Mêrsînê 3 kes hatin girtin
Li Mêrsînê 3 kes hatin girtin
Li Mêrsînê 3 kes bi îdîaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê.
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê şevê din li taxa Şevket Sumer a Akdeniza Mêrsînê bi ser gelek malan de girt û 3 welatî binçav kirin.
Polîsan bi îdîya "Tev li çalakiyên bê destûr bûne" û "molotof avêtine polîsan" kesên bi navê E.D. (21) zarokê bi navê F.B. û A.A' yên kêmî 18 salî binçavkirin û birin TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê. 3 kesên veguhestin edliyeya Mêrsînê û bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin û şandin Girtîgeha tîpa E ya Mêrsînê.