Li Maliyê herî kêm 20 leşker hatin kuştin

Li herêma Gao ya li bakurê Malî, di encama êrişeke çekdarî de herî kêm 20 leşker hatin kuştin. Çavkaniyên xwecihî dibêjin, êriş ji aliyê 'cîhadîstan' ve hatiye kirin.

Yek ji berpirsyarên şaredariya Bambayê ji AFP'ê re axivî û got, "Terorîstan danê vê sibehê êriş birin ser kampeke artêşê ya li Bambayê. Herî êm 20 leşker mirin."

Heman rayedarî got, "Terorîst vegeriyan. Hin materyal hene ku hatine îmhakirin."

Rayedarekî din jî diyar kir ku bîlanço dibe ku girantir be, ji ber ku hîn lêgerîna li cenazeyan bi dawî nebûye.

Li dijî artêşa Maliyê mehên dawî gelek êrişên giran hatin kirin. Tevî komên ser bi El Qaîde û DAÎŞ'ê, her wiha şerê navbera komên etnîkî û trafîka narkotîkê jî li herêmê sedema tundiyê ne.