Li Lozanê çalakiyên Heftiya Lehengiyê

Di çalakiyên Heftiya Lehengiyê de li Lozanê banga ‘NA’ hate kirin.

Li Lozanê ya Swîsreyê îro bi dehan Kurdistanî û dostên wan çalakiya Heftiya Lehengiyê pêk anîn. Di axaftina destpêkê ya bernameyê de ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk pêk hat, di şexsê Mahsûm Korkmaz (Egîd) de deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên şoreşê hate girtin.

Piştî nîşandana sînevizyonê ya ji bo şehîdên Şoreşê analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo şehîdan hatin xwendin.

‘LI DIJÎ KOLETIYÊ LI BER XWE DAN’

Di bernameyê de axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin, ‘’Ji Mehsûm Korkmaz ta bi Mazlûm Dogan, ji Sema Yuce ta bi Zekiye Alkan, Bêrîvan û Ronahiyan, heta bi lehengên berxwedana Rojava şehîdên me li dijî paşverûtî û koledariya pergalê serî rakirine û li ber xwe dane.’’

Her wiha bang hate kirin ku her kes biçe ser sendoqan û di 16’ê Nîsanê de dengê ‘NA’ bidin.

Bername bi guhdarîkirina helbest û muzîkan bi dawî bû.