Li Londonê bi hezaran Newroz pîroz kir
Li Londonê bi hezaran Newroz pîroz kir
Li Londonê bi hezaran Newroz pîroz kir
Li paytexta Îngilîstanê Londonê Newroz hat pîrozkirin. Duh saet di 12.00’an de li parka Fînsbuyr pîrozbahiyê dest pê kir û ji 4 hezarî zêdetir kes tevli bûn.
Li Londonê li parka Fînsbuyr bi dirûşmeya ‘Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu’ Newroz hat pîrozkirin. Ligel hewaya sar bi hezaran tevli pîrozbahiyê bûn û bê nvber dirûşmeyên ‘bijî serok Apo’ qîriyan.
Li qada pîrozbahiyê wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hat daliqandin. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane deqeyeke rêz hat girtin. Li ser navê Meclisa Gel a Brîtanday axaftinek hat kirin û di axaftinan de hate diyar kirin ku heta ku Rêberê Gelê kurd neyê nava gel aştiya rastîn pêk nayê .
Endamê Parlamentoya Ewropayê Jean Lambert got ji bo aştiyek wek hev û bi edelet û Newroza kurdan pîroz kir. parlmenter Davît Lammy jî balkişand ser hevdîtinên bi Ocalan re û got divê dewleta tirk bikeve nava tevgerê.
Jermyn Carbyn jî balkişand ser pêvajoya tê jiyîn û got: “Divê ev derfet baş bê bikaranîn. Divê aştî bê înşakirin. Em ji bo aştiyê li virin. Ez Newroza hemû kurdan pîroz dikim.” Nûnerên Kaplanên Tamîlê jî balkişand ser girîngiya peyama Ocalan û got: “Gelê kurd têkoşînek nû daye destpêkirin. Têkoşîna gelê kurd bo gelê Tamîl pir girînge. Qezenca hun bi dest bixin, dê hêzek mezin bide gelê Tamîl. Newroza kurdan pîroz dikim.”
Nûnerê Baloch, Faîz Boloch Newroza gelê kurd pîroz kir. Ji Komîsyoan Edelet û Aştiyê Westmîster Joe Ryan jî Newroz pîroz kir û got divê demildest aştî pêk wre. Nûnerên MLKP yê Îngîlîstanê jî axaftinek kir. parlamenterê Partiya Demokrat Lîberal Sîmo Huhg jî got ew pêvajoyê dişopînin û daxwaza aştiyê kir.
Li qada Newrozê axaftina Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan hat nîşandan. Piştre ekîba Fîdan Dogan Semah û ya hevala Sakîne Folklor derketin ser dikê
Komal Zelal, Afagh Tufahani Rojhilati, Ozan Diyar, Berivan Arîn, Koma Siyabend, Sezgin Coşkun derketin ser dîkê û gel govend gerand.