Li Kurdistanê çalakî û pîrozbahiyên 8’ê Adarê
Li Kurdistanê çalakî û pîrozbahiyên 8’ê Adarê
Li Kurdistanê çalakî û pîrozbahiyên 8’ê Adarê
Biboneyê 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Kop, Gever, Wêranşar, Silopî, Elih, Bismil, Erxenî, Amed, Tetwan û gelek cihên den şahî hatin lidarxistin û meş pêk hatin. Di şahî û meşan de jinan tundiya li ser nasnameya jinê pêk tê şermezar kir û xwest tundiya liser jinê bi dawî bibe. Jinan di çalakiyan de anîn zimn ku jin hem ji ber nasnameya jinê û hem jî ji ber nasnameya neteweyî 2 caran tê perçiqandin.
KOP
Li navçeya Kopê ya Mûşê jinan xwest bi armanca 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê mîtingê pêk bîne. Lê ji ber barana zêde jinan li şûna mîtîngê meşek pêk anîn û li qada girtî şahiyek pêk anîn. Jinên ku li avahiya BDP'ê ya Kopê kom bûn, şahî pêk anîn. Di şahiyê de parlamentera BDP'ê ya Amedê Emine Ayna, Endama Meclisa BDP'ê Şehbal Şenyurt, Endamên Înîsiyatifa Aştiyê, Şaredara Gimgimê Gulşen Deger jî di nav de bi hezaran jin amade bûn. Jin ji avahiya BDP'ê heta qada Termînalê meşiyan. Jinan di meşê de pankartên "Em xwe bi rêxistin dikin û di ber xwe didin û bi rêxistinê em dê dawî li tundiyê bînin" û "Ji Rosayan heta Sakineyan soza wan soza me, rêya wan rêya me ye" vekirin û meşiyan. Jinan dîsa alên PKK'ê û wêneyên 3 jinên Kurd ên li parîsê hatin qatilkirin vekirin. Jinên ku cilên xwe yên neteweyî li xwe kirin bê navber siloganên "Bê serok jiyan nabe", "Jin jiyan azadî", berz kirin û qeta Terminalê meşiyan.
Piştre dîsa heta avahiya BDPê û ji vir jî heta Salona Dahwetê ya Bodrumê meşiyan. Jinan li salonê li ber muzîkê govend gerandin û posterê mezin ê Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ê mezin li salonê daliqandin. Jinan li vir peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinan şandibû hat xwendin. Piştre axaftin hatin kirin. Paramentera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna diyar kir ku, ew bi şiyara "Ji Rosayan heta Sakineyan, soza we soza me ye, rêya we rêya me ye" û "Ji bo aştiyê ji Ocalan re azadî" 8'ê Adarê pîroz dikin û li çareseriyê digerin. Ayna anî ziman ku, pirsgirêkên hemû jinan nêzî hevin gelê Kurd her tim ji aliyê hêza serdest ve hatiye înkarkirin û mafê wan ji destê wan hatiye derxistin û wiha got: "Jinên Kurd ji ber nasnameya xwe ya zayendî û neteweyî 2 caran tê perçiqandin û mafê wê 2 caran te binpêkirin. Niha çapmeniya tirk 3 rojin li ser agirbestê di axive. Kê agirbest îlan kiriye. Ji roja hevdîtin tên kirin heta niha PKK'ê tu çalakî pêk neaniye. Tenê operasyonên leşkerî hene. Wê demê divê kesên operasyona pêk tîne em wan hişyar bikin û bêjin agirbestê îlan bikin."
Piştî axftinê Koma Solin û Rojbin stran gotin.
GEVER
Di pêşengiya DOKH'ê de jî li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi heman armancê nûnerên jin li esnaf û welatiyên qurnefil belav kirin û 8'ê Adarê li wan pîroz kir. Jinan bang li hemû jinan kir û sibê saet di 10.00'an de
li ber avahiya BDP'ê kom bibin û heta Parka Çandê ya Musa Anter bimeşin û tevlî mitîngê bibin. Jinan anîn ziman ku, dê Parlamentera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Birtane û hunermend Jinên Azad, Zelal Gokçe û Rihê Jina Azad tev li mitîngê bibin.
ÊLIH
Atolyeya Jinan a Hêvî ku di bin banê Şaredariya Êlihê de xebatê xwe dide meşandin, di çarçoveya pîrozbahiya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li Eywana Sînemayê ya Yilmaz Guney pêşengeha wêneyan a ji bo 3 rojan vekir. Di pêşengehê de endama MP’a BDP Aqîde Îdîn, Hevseroka BDP’ê ya Êlihê Rahşan Çarboga, alîkara şaredarê Êlihê Gulîstan Akel, rêveber û endamên BDP’ê yên jin, endamên Înîsiyatîfa Dayîkên Aşitiyê, xebatkarên Navenda Şêwirmendiya Jinan a SELÎS’ê, Atolyeya Jinan a Hêvî Umut û gelek jin amade bûn. Di pêşengehê de wêneyên 6 jinan cih digire û ev wêne hemû li ser keda jinê hatine kişandin.
Jina bi navê Gurbet Nas li ser keda jinan ku tendûran ji heriyê çêdikin kişandiye û di wêneyan de jî xuya dike ku çiqas keda jinê pîroz e. Jina bi navê Fatma Kurhan wêneyên li ser xebatkarên jin ku di atolyeyê tekstîlan de keda herî mezin didin kişandiye. Wênkeşvana bi navê Melek Uçar jî bi amatoriya xwe li ser keda jinan ku di fabrîqan de bi tevnan mehfûran çê dikin kişandiye û çanda tevna carek din bibîr xistiye. Xebatkara Atolyeya Jinan a Hêv Umutê Şehnaz Barış jî li ser çandiniya titûnê rawestiya ye û keda jinê ya di nav titûnê de dide derxistiye holê. Wênekêşvana amator Leyla Ekîncî jî li gel hemû amatoriya xwe gelek wêneyên balkêş ên li ser keda jinan û karkerên demsalî aniye bîra mirovan û bi objektîfa xwe zehmetiya karkeran derxistiye pêş.
HEM DAYIKA AŞÎTIYÊ YE Û HEM JÎ WÊNEKÊŞA YEKEMÎNE!
Di nava van wênekêşvanê jin de ya ku herî bala mezin da xwe jî dayika aşîtiyê ya 56 salî ya bi navê Sultan Azboy e. Azboy, li gel emrê xwe jî meraqiya wêneyan xistiye dilê xwe û wêneyên jinên taxa xwe û şîdeta li hemberî jinan daxistiye pêşberî çavan. Azboy, diyar kir ku her tim meraqek kişandina wêneyan di dilê wê de hebûye û xestiye bibe dayikek wênekêşvan. Azboy, da zanîn ku bêtir wê xwestiye rastiya jinan bikişîne û bi piranî jinên ku li nav kolan û kûçeyên taxa wan rûdinên bikişîne û bîne pêşengehê. Azboy, destnîşan kir ku wê xwestiye wêneyên wê ji bo şîdeta li ser jinê bi dawî bibe kişandiye û wiha got: “Min got bila bi wêneyan jin din ava civakê de bên hezkirin. Bila li ser serê jinan û dayikan ne zilm bila xweşî hebe. Bila cîhan û civak jî zanibe va jin jî heye. Em jî dixwazin jinên kurd wek jinên cîhanê bila destnîşan wan hebe.”
Di dema pêşngehê de ji zarokên 7 salî heta jinên 70 salî tevlî vekiran pêşengehê bûn û bi baldariyek mezin ji xwe re li wêneyan dinêrîn.
‘NE BI GOTIN VÊ CARÊ BI WÊNEYAN’
Di vekiran pêşengehê de xebatkara Atolyeya Jinan a Hêvî Umutê Şehnaz Barış daxuyanî xwend. Şehnaz, diyar kir ku di vê sedsala ew tê de dijîn li her deverê cîhanê li ser jinê polîtîkaya qirkirinê ya zayendî li ser jinan tê meşandin û wiha got: “Reng, ziman, ol û netew çi dibe bila bibe her tim jin li hemberî hemû cûreyên şîdetê rû bû rû dimînin.” Bariş, anî ziman ku wan xwestiye jinê vê carê ne bi gotinê li ser hemû jiyana wan xwestine bi awayekî cewher bidin nîşandan.
Piştî daxuyaniya Bariş, pêşengeh bi dayîna kokteyle ji bo 3 rojan hate vekirin.
WÊRANŞAR
Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Wêranşarê li Navenda Çand û Hûnerê ya Med bernameya 8'ê Adarê li dar xist. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Rihayê Leyla Akça, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Wêraşarê Servet Kiliç û bi sedan jin tevlî bernameyê bûn. Di salonê de pankarta "Qirkirina jinê qirkirina civakê ye, ji qirkirina jinê re na" û wêneyên 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin hatin daliqandin. Di bernameyê de slogana "Jin jiyan azadî" hate berzkirin. Dema polîsan xwest ku bikevin salonê di navbera polîs û BDP'iyan de nîqaş derket. Di dema nîqaşê de polîsa got heke dîmanan negirin dê bikevin salonê û mudaxeleyê bikin. Li ser vê yekê polîsekî ket hundir û dîmen kişandin. Ji ber ku jinan bi sloganan bertek nîşanî polîsê zilam dan derxistin derve. Piştî polîsê zilam hate derxistin 2 polîsên jinê li salonê dîmen kêşandin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Rêxistina BDP'ê Servet Kiliç axivî û diyar kir ku ew 8'ê Adarê diyarî 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin dikin. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Rihayê Leyla Akça û Alîkara Şaredara Wêranşarê Suna Ulugturken jî kin axivîn û 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir. Piştî axaftinan defîleya kincên gelerî pêk hat û helbest hatin xwendin.
SILOPÎ
Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê ji têkildarî mitînga 8'ê Adarê li avahiya BDP'ê civîn li dar xist. Aktîvîsta DOKH'ê Jiyan Demîr axivî û diyar kir ku, divê hemû kes tevlî mitînga sibê seat di 11.00'an de pêk tê bibin. Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata û Hûnermend Rojda dê tevlî mitîngê bibin.
BISMIL
Li navçeya Bismilê ya Amedê jî di çarçoveya bernameyên 8'ê Adarê de li Mala Jinan a Nujîn pêşandana belgefîlma "Dotmam" a jiyana Endama Meclîsa BDP'ê Cîhan Sîncar vedigot hate pêşandinş. Alîkara Şaredara Bîsmîlê Songul Kaptan, Civaknas Melek Kizil, Derhênera belgefîlma Dotmam Sabîte Kaya û gelek jinên din tevlî bernameyê bûn.
ERXANÎ
Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Erxaniyê ji bo bernameya dê di 6'ê adarê de li Salona Dehwetê ya Şadî li dar bixin banga tevlîbûnê kir û li navenda navçeyê belavok belavkirin. Li navçeyê ji ber 8'ê Adarê wesayîtên şaredariyê 3 rojan ji jinan re bê pere dê xizmetê bikin.
AMED
Tevkarên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ên Amedê û jinên KESK'î di çarçoveya 8'ê Adarê de li Qada Deriyê Çiyê "Kursiya azad" avakirin. Li qadê jinan pankratên "Em bi rêxistina jinê pêşeroja xwe ava dikin" û "Ji Rosayan heta Sakîneyan têkoşîna me bilind dibe" vekirin û di heman mijdarê de dowîz hilgirtin. Li ser kursiyê jî wêneyên 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, Clara Zetkîn û jiyên jiyana xwe ji dest dan hatin danîn. Endama Meclîsa Jinên Sosyalîst û Meclîsa Jinan a HDK'ê Sadiye Surer Baran, diyar kir ku di şexsê 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin hemû di têkoşîna şoreşê de jiyana xwe ji destan bejna xwe li ber wan ditewîne û wiha got: "30 salin li Kurdistanê şerek berdewam dike. Di vî şerî de herî zêde jinên kurd êş kêşandin." Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî axafine kin kir. Piştî axaftinan jinan goved girtin û bername berdewam dike.
Piştî bernameyê jin dê seat di 18.00'an ji Deriyê Çiyê heta ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê meşa meşaleyî li dar bixin.
TETWAN
Endamên Meclîsa Jinan a BDP'ê li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê jî bi heman armancê jin li nexweşxaneyan geriyan û qurnefîl li xebatkarên nexweşxaneyê belav kirin. Pişt re jin li navenda navçeyê geriyan û banga tevlîbûna bernameya 6'ê adarê kirinî Li navçeyê sibê seat di 12.00'an de dê li Salona Dehwetê ya Îşletme bernameyekê li dar bixin.