Li Koreya Başûr nêzî milyonek kes daxwaz kirin ku Serok îstifa bike

Li Koreya Başûr nêzî milyonek kesên ku daketin qadan, daxwaz ji Serokê Dewletê Park Geûn-hey ê ku di derbarê wî de tê îdîakirin ku erka xwe xirab bikar aniye ji peywirê îstifa bike.

Derket holê ku ji kesên ku nêzî Serokê Dewletê Choî Soon-Sîl navê Park bi kar aniye kargeh şelandine û tevî ku erkekî wî yê fermi neyî jî tevlî karên dewletê bûne.

Li ser bersivnedayîna Park Geûn-hey ya bangên îstifayê, bertekên gel jî zêde bûn.

Li gorî daneyên polîsan jimara xwepêşanderên ku îro li paytext Seûl a daxwaz îsifaya Park dikirin 260 hezar kes bûn lê li gorî organîzasyonan û çapemeniyê ev jimar gihişte Miloynek û 300 hezar kesan.

Xwepêşander bi armancda protestokirina Park daketin kolanan, rêya çûyîna Serokatiyê ji aliyê bi hezaran polîsan ve hate girtin.

Park, dawiya hilbijartina sala 2012’an weke serokatî hate erkdarkirin û 25’ê Sibata 2013’an jî erka xwe dewir kiribû.