Li Kabîlê şer: 7 kesî jiyana xwe ji dest dan

Li Kabîlê şer: 7 kesî jiyana xwe ji dest dan

Li nezî  balafirgeha paytexta Kabîl a Afganîstanê di navbera milîtanên Talîban û hêzên dewletê de şerekî giran derket. Hate hînbûn ku di şer de herî  kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Nezî balafirgeha Kabîlê di navbera şervanên Talîban û hêzên dewletê de şerekî giran derket.  Hêzên  Talîban dema hewl dan avahiyeke ku hîn têçêkirin bi dest bixin  bi hêzên dewletê re ketin nav şerekî dijwar.

Di şerê ku çekên giran hatin bikaranîn de, roketek li kolaneke nêzî balafirgehê ket. Hate ragihandin ku armanca erîşkarên Talîban bidestxistina balafirgehê ye.

Fermandarê ewlehiyê yê Kabîlê General Eyup Salengî diyar kir ku di şer û pevçûnên rû dane de 7 şervanên  Talîban jiyana xwe ji dest dane.

Piştî şer, der barê kuştî birîndar, zerar û zîyanê de hîn agahiyên zelal nehatine aşkerekirin. Her wiha tevayî seferên balafiran hatine rawestandin.