Li Îzmîrê zarokek hate girtin

Li Îzmîrê zarokek hate girtin

Zarokê bi navê C.A. (17) yê ku bi îdiaya tevlî çalakiyên şermezarkirina Parka Gezî bû ji aliyê dadgehê ve serbest hate berdan li ser îtîraza dozgeriyê hate girtin.

Zarokê bi navê C.A. bi îdîaya bûyerên şewitandina avahiya AKP'ê ya Karşiyaka bû hate binçavkirin. C.A. birin Midûriyeta Zarokan û pişt re sewqî dadgehê hate kirin. C.A. ji aliyê dadgehê ve serbest hate berdan. Lê piştî îtîraza dozgeriyê careke din hate binçavkirin û hate girtin.