Li Îranê rojev bi temamî hilbijartine
Li Îranê rojev bi temamî hilbijartine
Li Îranê rojev bi temamî hilbijartine
Li Îranê ji bo hilbijartinên Serokkomariyê ji namzetên ku di 70 avan re derbas bûn û şûnde yên mane wê li benda dengên ku ji sandoqên 14’ê Hezîranê de derkevin. Piştî ku du namzetan xwe vekişand 6 endam beşdarî hilbijartinê dibin. Muhafezekar ditirsin ku di vê hilbijartinê de jî kolan tevlîhev bibin.
Di hilbijartinên 2009’an de piştî Serokkomar Mahmud Ahmedînecad bi awayekî bi gûman careke din hat hilbijartin di xwepêşandanan de herî kêm 30 kesî jiyana xwe ji dest dabû.
Krîza di nav rejîmê de di hilbijartina namzetên ji bo serokkomariyê de jî bi awayekî aşkere xwe da xuyakirin. Serokkomarê berê Alî Ekber Haşîmî û Îsfendiyar Rahîm Maşaî ku namzetê Serokkomarê niha Mahmud Ahmedînecad e, ji aliyê Konseya Parastina Destûra Bingehîn nehatin qebûlkirin rewşa heyî nîşan dide. Li gorî analîstan neqebûlkirina namzetiya wan dide nîşandan di asta jor a dewletê de parçebûnên mezin hene.
XIZANÎ ZÊDE BÛ
Hilbijartinên Serokkomariyê di pêvajoyeke ku li welat şert û mercên jiyanê zehmet bûne de pêk tên. Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FIDH) di raporeke xwe ya ku hefteya borî weşand de daxuyakirin ku, ji ber pêkutiyên navneteweyî ku krîza aborî rû dide, xizanî zêde dibe. Tê raporê de wiha tê gotin;“ Rewşa aborî û civakî, zêdebûna bêkariyê, û ji ber asta enflasyona ku tu mînakên wê nîn in rewş xera bû.” Li gorî daneyan enflasyon derketiye sedî 31, zêdebûna buhayên zad û qut jî ji sedî 50’î derbas kiriye.
JI SEDÎ 50’Î GEL XIZAN E
Di rapora ku çavkaniya xwe ji “çavkaniyên herêmî yên mirov ji wan bawer dike” hatiye amade kirin, li Îrana ku 75 milyon mirov lê dijîn, ji sedî 50’iyê mirovan di bin asta xizaniyê de dijîn. Ev mijar di 8 salê desthilatdariya Mahmud Ahmedînecad de ji sedî 70 daketiye.
FIDH, destnîşan dike ku zêdebûna xizaniyê û ji ber tunebûna sendîkayên serbixwe jî karker nikarin bi awayekî qanûnî li mafên xwe bigerin. FIDH, nerazîbûn nîşanî girtina rêveberên sendikayan kir û got ku pêwîst e tavilê werin berdan.