Li Îranê qezaya trenê: Herî kêm 36 mirî
Li eyaleta Sîmnan a Îranê du tren li hev qulibîn. Li gor agahiyên destpêkê herî kêm 36 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li eyaleta Sîmnan a Îranê du tren li hev qulibîn. Li gor agahiyên destpêkê herî kêm 36 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gor nûçeya ÎSNA ya Îranê ku nûçeya xwe dispêre Serokê Navenda Rewşa Lezgîn a Îranê Pîr Huseyîn Kolyond, di qezayê de ku danê sibehê pêk hat, hejmara miriyan bûye 36, hejmara birîndaran jî zêdetirî 80’an e. Di daxuyaniya Kolyond de hat destnîşankirin ku ji ber bi temamî cenaze şewitîne, tespîta nasnameyan zor dibe.
Qeza, li stasyona Trenê ya li Heft Han Şahrûd a li Eyaleta Sîmnanê dema ji ber trenek li ya din a sekinî qulibî pêk hat.
Di bûyerê de 4 vagon ji hesinrê derketin û 2 jî şewitîn.