Li Îranê erdheja pêla wê 8 pêkhat, li Hindistanê hat hîskirin

Li Îranê erdheja pêla wê 8 pêkhat, li Hindistanê hat hîskirin

Îro li Îranê bi meznahiya 8’an erdhej pêk hat. Erdheja ku li nêzî sînorê Pakîstanê pêk hat, li Hindistanê jî hat hîskirin.

Enstîtuya Jeolojî ya Amerîkayê (USGS) diyar kir ku, îro li gorî saeta herêmî 10.44’an erdhej pêk hatiye.  Erdhej li seranserê Korfezê hate hîskirin û her wiha heta Delhiya Nû jî hat hîskirin.  Li paytexta Hindistanê avahiyên bilind hejiyan û gel xwe avêt kolanan.  Di derbarê encama erdheja Îranê de hêj agahî nehatiye girtin.

Di 9’ê Nîsanê de li bajarê Bandar Buşehr 89 km li başûrê rojhilatê wê bi meznahiya 6.7 erdhêj pêk hatibû. Di erdhejê de herî kêm 37 kesan jiyana xwe ji dest da û 860 kes jî birîndar bûn.

Di erdheja ku li qada bejahiya başûrê Îranê pêk hat de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 37’an û 860 kes birîndar bibûn. Dawî li xebatên lêgrînê jî anîn.