Li Hollandayê sindoqên hilbijartinê hêdî hêdî encaman diyar dike

Li Hollandayê li gorî encama sandoqên despêkê derketiye, Partiya Demokrasî û Azadiya Gelan a Serokwezîr Mark Rutte, rexmê ku 10 kursî wendakiriye jî dîsa bû partiya yekem.

Di hilbijartinan de partiya Rastgir ya Geert Wîlders 4 kursiyê din jî dest xist, bi 19 parlementera ve bû partiya duyem, Partiya Karkeran gelek wenda kir. Di hilbijartinê 2001’an de Partiya Karkeran 38 kusî bi dest xistibû, lê di vê hilbijartinê de tenê 9 kursî dest xist.

Di hilbijartinê de partiya ku derket pêş Partiya Keskan bû. Di parlementoyê de bidesxistina 16 kursiyan ve serkeftinek mezin destxistin.

Li Hollandayê encamê hilbijartin û ankêtan hev girtin. Tê payîn encamê hilbijartinê di saetên pêşî de were parvekirin.