Li Hindistanê şewat: 19 mirî

Li Hindistanê şewat: 19 mirî

Li Kalkutaya dikeve rojhilatê Hindistanê di avahiyekê de şewat derket, 19 kesan jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî giran birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku rayedaran dayîn, şewat di demjimêrên ber banga sibehê dema ku hinek kes di avahiyê de razayîbûn rû daye. Di şewata ku hate diyarkirin ji ber sedema temasa ceyranê di avahiya 6 qat de rûdaye, 19 kesan jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.

Ji ber ku rewşa hinek birîndaran girane fikar heye ku hêjmara miriyan zêde bibe.

Hate ragihandin ku, di avahiya ku piraniya dikanan de malzemeyên plastîk dihatin firotin bê rûhsate.

Li Kalkutayê di salên borî de şewatên heman awayî yên mezin rûdabûn. Di meha Kanûna 2011’an de li nexweşxaneyekê teqînekê rû da û 90 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Beriya vê salekê li dadgehekê şewatek qewimîbû û 43 kes miribûn. Di sala 2008’an de jî li navenda kirîn û firotina herî mezin ya bajar şewatê rû dabû û 2 hezar û 500 dikan şewitîbûn.