Li hemberî xwendekarên MU êrîş: 4 xwendekar binçavkirin

Li hemberî xwendekarên MU êrîş: 4 xwendekar binçavkirin

Li Kampusa Goktepe ya Zanîngeha Marmareye  li hemberî xwendekarên Kurd û demokratîk êrîş pêk hat. Endamên Federasyona Komeleya Xwendekarên Demokratîk (DODEF) ku êrîş protesto kirin, rastî erîşa komekê hatin û polîsan 4 xwendekar binçavkirin.

Xwendekarên Endamê DODEF’ê, bi armaca êrîşên li hemberî xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê şermezar bikin çalakî pêk anîn. Xwendekaran li kampusa Goztepe ya Zanîngeha Marmarayê (MU) daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Xwendekaran pankarta ‘Li dijî zihniyeta mêtînger her der Dîcleye, her der berxwedane’ hate vekirin. Her wiha bê navber dirûşmeyên wekê ‘Bijî serok Apo hatin qîr kirin.

Daxuyanî ji aliyê Zelal Gerçek ve hat xwendin. Gerçek diyar kir ku, êrîşên dewletê yên li dijî zanîngehan zêde bûye û got ew dê li dijî polîsên AKP’ê, faşîst û ulkucuyan şoreşa xwe bidomînin.

Piştî daxuyaniyê, xwendekar dema liotobusan siwar dibûn rastî êrîşa komekê hat. Polîsan êrîş kir û pişt re 4 xwendekarên bi navê N.A., S.G., Ş.A. û D.O binçav kir.