Li hemberî serokê AKP’yî êrişa çekdarî

Li hemberî serokê AKP’yî êrişa çekdarî

Li navçeyâ Menemenê li dijî alîkarê Serokê navçeya Menemen ê û berpirsê odeya esnaf û karên ciwana yê AKP’ê Mesût Damar êrîşa çekdarî pêkhat û hate ragihandin ku, ji lingê xwe birîndar bûye.

Îro di demjimêr 10.30’an de li dijî Alîkarê Serokê Navçeya Menemena Îzmîrê û berpirsê odeya esnaf û karên ciwana yê AKP’ê û di heman demê de keyayê taxa Mermerliyê Mesût Damar ji aliyê kesên nenas ve hate gulebaran kirin. Hate diyarkirin ku, Damar ji lingê xwe birîndar bûye û gelek xwîn winda kiriye. Hate ragihandin ku, rewşa wî girane.

Hate ragihandin ku, di demên dawî de navê Damar di gendeliyê derketiye û derketinên wî yên li hember gel û esnafan balkişandiye.

Piştî êrîşa li dijî serokê AKP’eyî polîsan lêkolîn da destpêkirin.