Li Hamburgê şeva piştgiriya bi Yenî Ozgur Polîtîkayê re
Li Hamburgê şeva piştgiriya bi Yenî Ozgur Polîtîkayê re
Li Hamburgê şeva piştgiriya bi Yenî Ozgur Polîtîkayê re
Li bajarê Almanya Hamburgê, roja yekşemê bi beşdariya derdora 2 hezar Kurdistaniyan şevek bi boneya piştgiriya bi rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, edîtorê rojnameyaê Cemal Turan axaftinek kir û diyar kir ku ew kevneşpopiya 115 salan a çapemeniya azad in.
Piştî koma folklorê ya ji Kîelê hatibû, Koma Nûdem derket ser dikê. Piştre Parlementera Hamburgê ya Kurd Cansu Ozdemîr axivî û xwest gelê Kurd xwed î saziyên xwe yên li Ewropayê derbikevin.
Parlementerê BDP’ê yê Wanê Nazmî Gur jî axaftinek kir û bal kişand ku projeya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza Amedê de aşkere kir, dikare dahatûya Rojhilata Navîn biguherîne. Gur mînaka Efrîkaya Başûr û rêberê wê Nelson Mandela û got ku dvê Ocalan azad bibe.
Şev bi stranên Pinar Yildiz, Cîhan Çelîk, Canê û Kawa berdewam kir.