BI DÎMEN

Li Hambûrgê êrîşên dewleta Tirk hate şermezarkirin

Li Hambûrgê êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê hate protestokirin.

Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Hambûgrê bi sedan kes li Hachmannplatzê kom bûn meşek lidar xistin. Di çalakiyê de Parlemeterê Partiya Çep a Hambûrgê Martîn Dolzer, Berdevkê NAV-DEM’ê Yavûz Fersoglû, Nûnera Meclîsa Jinê ya Rojbîn Anja Flach û Adalet Şara axaftin kirin. Di axaftinan de êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdan hate protestokirin, hat diyarkirin ku piştgiriya hikûmeta Elman a ji bo dewleta Tirk qebûl nakin, weke ‘Şermek ya Elmanyayê’ nirxandin. Çalakgeran nerazîbûn nîşanî qedexekirina polîsan a alên Kurdan kir.

Di meşa çapemeniya Elman jî şopand de, bi mîtîna li Qada Gensemarktê hate lidarxistin ve bi dawî bû.