Li Hamburgê bo piştgiriya Taksîmê çalakî

Li Hamburgê bo piştgiriya Taksîmê çalakî

Saziyên kurd û tirk yên li Hamburgê dijîn Platforma Piştevaniya bi Taksîmê re avakirin û bi armanca piştgiriya bo berxwedana Parqa Gezî meşek bi tevlibûna 3 hezar kesî pêk anî.

Çalakiya şeva înê saet di 18.00’an de li îstasyona trenê dest pê kir û di çalakiyê de hate diyar kirin ku ji bo berxwedana gel a Taksîmê pêwistî bi dijûn, dirûşmeyên mêtînger, alên netewî nîne. Her wiha hate diyar kirin ku divê hemû aliyên civakê tevli berxwedanê bibin û li dijî polîtîkayên neolîberal yên AKP’ê dengê xwe bilind bike. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên wek ‘her der Taksîme, her der berxwedane, her der Roboskê, her der berxwedan, li dijî Faşîzmê dest bidin hev’ hatin berzkirin.

Di axaftinên ji aliyê platforma piştevaniyê ya li ber seferatxaneya Tirkiyeyê hate kirin de balkişandin ser komkujiya Roboskê û Dêrsîmê. Çalakî piştî axaftinên li ber seferatxaneyê bi dawî bûn.