Li gundê Çaxir a Amûdê mala gel hate vekirin

Li gundê Çaxir a Amûdê mala gel hate vekirin

Li gundê Çaxir a bajarê Amûdê mala gel bi beşdariya bi dehan kesî, bi merasîmekê hate vekirin.

Li gundê Çaxir a Bajarê Amûdê mala gel bi merasîmekê hate vekirin. Merasîma vekirinê bi beşdariya gundiyan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre Serokê Meclîsa Gund Merwan Çolî axivî û diyar kir ku mala gel a hemû pêkhateyên gund e. Di dawiya axaftina xwe de Çolî destnîşan kir ku ewê bi alîkariya mala Gel pirsgirêkên gundiyan  çareser bikin.

Hebûn Şakir axaftina vekirinê kir. Şakir bal kişand ser rewşa heyî ya Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê û got:''Ji ber ku me herêmên xwe bi dest xistine û tu hebûna rêjîmê li vir nemeye, ji ber wê Desteya Bilind a kurd (DBK)bi armanca çareserkirina pirsgirêkên gundiyan mala gel vekir. Mala gel dê bibe ciyê kurd, ereb û asûriyan.''

Di berdewamiya merasîmê de endamê Tevgera Civaka Demokaratîk (TEV-DEM) Hisên Koçer axivî û diyar kir berxwedana Rêberê Gelê Kurd Ocalan silav kir û da zanîn ku niha projeya xweseriya demokratîk a Ocalan tê bikaranîn. Koçer di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ku hin kes hene dixwazin bidin nîşandan ku kurd ne bi şoreşa Sûriyeyê re ne. Koçer diyar kir ku gelê kurd ne bi rêjîma Bass û ne bi Artêşa Azad yan Encumena Niştimanî ya Sûriyeyê re ne. Koçer di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku 2 sal in gelê kurd DBK'ê wek îradeya xwe ya siyasî û YPG'ê wek hêza xwe ya parastinê avakirine.

Piştre Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Perîn Yasîn axivî û da zanîn li dijî planên ku tên lidarxistin pêwîste gelê kurd hêza xwe bike yek. Piştî Yasîn Endama Meclîsa Gel a Amûdê Xaliya Hecî Qasim axivî û spasiya xwe ji gundiyan re nîşan da û diyar kir ku ewê bi hemû hêza xwe alîkariya gundiyan bikin û wê hewlbidin hemû pirsgirêkên gundiyan çareser bikin. Piştî ku axaftin bi dawî bûn deriyê mala gel ji aliyê dayikên şehîdan hate vekirin.