Li Gund êrîşa çekdarî: 3 mirî, 1 birîndar

Li Gund êrîşa çekdarî: 3 mirî, 1 birîndar

Li gundê Yelmez yê ser bi naçeya Hadîm ya Konyayê, di êrîşa M.E. ya bi ciftê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 1 jî birîndar bû.

Li gorî agahiyên hatine girtin, bûyer li gundê Yelmez ê ser bi navçeya Hadîm ya Konyayê rû da. Kesê binavê M.E. ji ber sedemekî nehate zanîn, bi ciftê gule reşandin û keyayê gundê Yelmez ê berê Mehmet Elî Ayranci (60), kurê wî Mehmet Ayranci (29) û birayê wî Nuredîn Ayranci (58) birîndarbûn.

Her sê li nexweşxaneya Hadîm ya Dewletê jiyana xwe ji dest dan. Cîranê wan Mehmet Orûç ê giran birîndarbûyî jî piştî mudaxeleya li Nexweşxaneya Hadîm ya Dewletê biambûlansê veguhestin Konya yê.