Înfaz li bejahiya gundê Sînot yê navçeya Golan a Erdexanê pêk hat. Îsamîl Karakûş ê 38 salî ji aliyê polîs û leşkerên derketîbûn operasyonê ve gulebaran kirin.
Walîtiyê têkildarî bûyerê daxuyanî da û got, li herêmê di dema operasyona li dijî 4 endamên rêxistinê de îdîa kir ku Karakûş nêzî wesayîta kobra bûye û li gorî hişyariya ‘raweste’ tevnegeriya ye înfaz kir hincet.
Endama Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamenterea Êlihê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku leşkeran ji nêz ve gule li Karakûş barandine.
Başaran agahiyên alîkarê şivanê hatî kuştin û hinek welatiyan ku şahidiya bûyerê kirine parvekir. Başaran ragihand ku li gorî agahiyên şahidên bûyerê şivan ji aliyê leşker, polîs û cerdevanan ve ji nêz ve hatiye gulebaran kirin û hatiye kuştin.
Başaran wiha domand; “Di encama gulebarana polîs, leşker û cerdevanan a nêz de şivanê bi navê Îsmaîl Karakûş ku sala 1980 jidayikbûye hate kuştin. Alîkarê şivan û welatiyên li gund dijîn şahidên bûyerê ne. Ev ne bes bû polîsan bi guleyên plastîk û gazê mudaxeleyî gelê kombûyîn kir.”
Başaran herî dawî wiha got; “Erka vê desthilatdariyê ne ewe ku hizûra gel birevîne. Em carek din bang li hikûmetê dikin. Hizûrê bidin mirovan. Têkildarî kesên bûyîn sedema kuştina Îsmaîl Karakûş tavilê lêpirsin bê vekirin û berpisyar ji peywirê werin girtin. Bi navê kuştina ‘Terorîst’ bi daxuyaniyên fermî bûyerê paşguh nexin û gel ne xapînin.”