Li Girtîgeha Tekîrdaxê pêkanînên sosret!
Li Girtîgeha Tekîrdaxê pêkanînên sosret!
Li Girtîgeha Tekîrdaxê pêkanînên sosret!
Komîsyona Girtîgehê ya OHD'ê û TUAD a Stenbol çûn girtîgehên Tîpa T û F ên Tekîdagê û çavdêriyên xwe kirin rapor û di raporê de agahiyên sosret cih digirin. Di raporê de hat diyarkirin ku, girtiyên siyasî bi awayekî gelek cidî rastî îşkence û derban tên. Di raporê de hat bilêvkirin ku girtiyan li hemberî vê yekê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya ji 3 rojan pêk tên kirin.
Komîsyona Girtîgehan ya Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtiyan re (TUAD) a Stenbolê li 1 û 2'emîn girtîgehên Tîpa F ên Tekîrdagê û 1 û 2'emîn girtîgehên Tîpa T ên Tekîrdagê di 25'ê Sibatê de bi girtiyan re hevdîtin pêk anîn û hevdîtinên girtiyan kirin rapor û weşandin. Di raporê de hate ragihandin ku, pêkanîna sînora 10 pirtûkan ya li 1 û 2'emîn girtîgehên Tîpa F ên Tikîrdagê berdewam dike û 2 hefte berê li 2'emîn Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê gardiyanan êrîşî girtiyan kir. Di raporê de hate bilêvkirin ku, girtiyan bi awayekî keyfî serê wî li dîwar xistin û di erdê re rakêşandin û li hemberî vê îşkenceyê girtiyên di koguşên din de bi lêdana deriyan ev yek şermezar kirin û pişt re girtiyên din jî rastî êrîşê hatin.
'GIRTÎ LI GORÎ REWŞA TENDURISTÎ RASTÎ DARBEYAN TÊN'
Di 8'ê Sibatê de girtiyên siyasî yên Kurd ên ji Girtîgeha Tîpa H ya Erziromê birin 2'emîn Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê yên bi navê Erhan Kaya, Şahîn Altun, Îbrahîm Er, Ekrem Kar û Kemal Ozçelîk destpêkê li ber kamereyan li gorî rêbazê hatin lêgerînin pişt re qemera hatin girtin bi zorê xwestin lêgerîna tazî bikin lê ji ber ku girtiyan ev yek qebûl nekirin hatin darpkirin. Di raporê de têkildarî bûyera darpkirinê agahiyan cih girt û wiha hate gotin: "Dema girtî hatin darpkirin ji ber girtiyê bi navê Kamîl Ozçelîk nexweşê dil, şekir û tansiyona bilind bû doktorê girtîgehê got, 'Dibe ku jiyana wî bikeve rîskê wî darp nekirin' Serê girtiyê bi navê Şahîn Altun şikandin û girtî hêj dernexistine bernameyan." Di raporê de hate diyarkirin ku hevparê îşkenceya li girtîgehê midûrê girtîgehê, gardiyanên "tîma A" û doktorê girtîgehê ye.
GIRTIYAN DEST BI ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ KIRIN
Di raporê de hate destnîşankirin ku, girtiyên siyasî yên ji doza PKK'ê tên darizandin ji 2'emîn Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê sirgûnî girtîgehên din hatin kirin û girtiyên mayîn jî li hemberî îşkence û pêkanên xirab dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya ji 3 rojan pêk tê kirin û çalakî berdewam dike û li benda bihîstiyariya raya giştî ne.
'GIRTIYÊN HATIN SEWQKIRIN TÊKILIYA WAN BI DERVE Û MALBATAN RE HATE BIRÎN'
Navên girtiyên ji 2'emîn Girtîgeha Tîpa F birin 1'emîn Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê wisa ne: Muslum Polat, Muslum Ozçelîk, Lutfu Yoldaş, Ozgur Kose, Îlhamî Ozagar, Ruşen Bayar, Hasan Kaçmaz, Yuksel Okuyucu, Celal Beyazkaya, Ozgur Gurbuz, Ekrem Polat, Cengîz Ogurtan, Alî Bektaş, Gulnaz Akkurt, Serxwebun Gezîk, Adem Tunç, Mazlum Ozagar, Mehmet Şîrîn Otker, Mahmut Yaman, Huseyîn Yaşar. Girtiyên navên wan derbaz dibin ji nişkava birin û têkiliya wan ji derve û malbatan re hatiye birîn. Di raporê de hate diyarkirin ku 10 girtiyên di koguşên biçûk de dimînin li hewşên 5 metrekare derdikevin derve û sînora ji girtî re rojê 200 lître ava pêk tê.
'GIRTIYAN TEHRÎK DIKIN'
Di raporê de hate bilêvkirin ku, girtiyên ji Mêrdîn, Midyad û Kurkuçlerê anîn 2'emîn Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê jî pirsgirêkên wan berdewam dikin û wiha hate destnîşankirin: "Pirtûk û kincên girtiyan hêj nehatine dayîn. Lêgerîna odeyan bi awayekî keyfî tê kirin û hewildana girtiyan tehrîk bikin pêk tên. Herî dawî hefteya borî radyoyên girtiyan jî hatin destserkirin. Ligel van hemû pêkanînên dijhiqûqî girtiyan biryara dernekevin qadên hevpar û sporê."
BANGA 'DIVÊ DEMILDEST GAV BÊN AVÊTIN'
Di raporê de hate diyarkirin ku, li ser daxwaza girtiyan bi girtiyan re hevdîtin pêk hat û girtî bi guman û fikarin. Di raporê de hate bilêvkirin ku li van girtîgehan îşkence û pêkanên xirab pêk tên. OHD û TUAD'ê bang li hemû kesî kir ku bihîstiyar be û daxwaza mufetîşên Wezareta Dadê li girtîgehên Tekîrdagê lêkolînan bikin û di derbarê berpirsiyaran de lêpirsînan vebikin kirin.