Li girtîgeha Tekirdagê dîmenên 12’ê Îlonê

Li girtîgeha Tekirdagê dîmenên 12’ê Îlonê

Li Girtîgeha Tîpa F ya bi Jimare 2 ya bajarê Tirkiye Tekirdagê, 22 girtiyên ku 28 roj in di greva birçîbnê de ne li rastî zextên dijwar ên psîkolojîk û fîzîkî tên. Dema girtî ji hucreyên xwe derdikevin, hemûyan weke leşkeran dikin rêz û nîzamaleşkeriyê li ser wan tê ferzkirin. Her wiha îşkenceya odeya bi sunger jî bûye mîna bûyereke rojane. Dîsa girtî bi destên kelemçekirî ve dibin mûaneyê, bêyi ku mûane bikin vedigerînin.

Girtiyê Kurd ê siyasî ku beriya demekê ji girtîgeha Tîpa F ya bi Jimare 2 ya Tekirdagê derketiye behsa zextên fîzîkî û psîkolojîk ên ku her roja diçe zêdetir dibin, kir.

NÎZAMA LEŞKERÎ TÊ FERZKIRIN

Girtiyê berê ku nexwest navê xwe aşkere bike, da zanîn ku zextên li girtîgehê serdema derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê tîne bîra mirov. Her wiha da zanîn ku girtîgeha ji hucreya xwe derdikevin, an jî tên cihên hevpar, li rastî pêkanînên nîzama leşkerî tên. Yên ku van fezkirina nîzama leşkerî qebûl nakin, li rastî êrîşên gardiyana tên.

Ji ber ku girtî di salonê de silav didin hev du jî ev yek jî dibe hinceta îşkenceyê.

ÎŞKENCEYA ODEYA BI SUNGER

Îşkenceya odeya bi sunger yek ji rêbazên îşkenceyê yên ku herî zêde li Girtîgeha Tîpa F ya bi Jimare 2 ya Tekîrdagê tê bikaranîn. Ev ode 4 metre dam e û ev îşkence bi taybet li hemberî girtiyên muebetê û muebeta giran wergirtine, tê pêkanîn.

LÊGERÎNA HEQARETÊ LI RÛMETÊ DIKE

Her wiha, di ketina girtîgehê de lêgerînên ku heqaretê li rûmetê dikin tên kirin û girtiyan tazî dikin û bi vî awayî lêgerîn pêk tînin.  Gava girtî li hemberî vê yekê derdikevin li rastî êrîşa gardiyanan tên.

Gava girtî ji bo revîreya girtîgehê daxwazname divîsin jî hefteyek bi ser re diçe û wana paşê dibin revîreyê. Her wiha gava girtiyan di bin mûaneyê jî destê wan kelemçe dikin.

DEST DIDEYNIN SER HEMÛ NÎŞEYAN

Di girtîgeha Tîpa F ya bi Jimareya 2 ya Tekirdagê, di bin navê “lêgerînê” de bi ser şaneyên (hucre) girtiyan de digirin û  dest di deynin ser defter, nîşe, helbest û hemû xebatên wan ên nivîskî.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ DI ROJA 28’EMÎN DE YE

Greva birçîbûnê ya ku 22 girtiyên siyasî yên  Kurd li hemberî van zextan daye destpêkirin ketiye roja 28’emîn. Rêveberiya girtîgehê vîtamîna B1 nade girtiyan, ne jî av û şekir dide wan. Girtî neçar dimînin ku vana ji kantîna girtîgehê bikirin.

Girtiyê siyasî yê Kurd ku di demek nêzîkde serberst hat berdan, da zanîn ku ger daxwazên girtiyan neyên bicihanîn, dê girtiyên nû tevlî greva birçîbûnê bibin û got: “Rewşa wan a tenduristiyê her tim xirabtir dibe.”

Girtiyê berê da zanîn ku  qedexeya pirtûkan di encama zextên raya giştî ya demokratîk de bi dawî bûye û got: “Ger di  mijara greva birçîbûnê de rayek a giştî çênebe, zextên di girtîgehê de dê zêdetir bibin, heta dibe careke din pirtûk jî werin qedexekirin. Girtiyên di hundir delibenda heresî û bi taybet jî mafparêzan e ku piştgirî bidin wan.”