Li Girtîgeha Tekîrdagê avê nadin girtiyan
Li Girtîgeha Tekîrdagê avê nadin girtiyan
Li Girtîgeha Tekîrdagê avê nadin girtiyan
Li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 ya Tekîrdagê girtiyê bi navê Mustafa Actay diyar kir ku, li dijî ruhê pêvajoyê avê nadin wan.
Girtîyê bi navê Mustafa Actay yê li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Tekîrdagê girtiye diyar kir ku, rayedarên girtîgehê li dijî ruhê pêvajoyê tev digerin û avê bi teqsîdan didin wan. Actay di derbarê pêkaninên li girtîgehê nameyek ji DÎHA'yê re şand û wiha got: "Rayedarên girtîgehê li ser girtiyên girtîgehê pêkanînên keyfî dike. Girtînameya hêjmar 45/1 a Wezareta Dadê li ber çavan nayê girtin. Li dijî ruhê pêvajoyê tev digerin. Dibêjin mafên mirovan yê herî pîroz ave. Lê avê jî nadin me. Nêzî meheke bi rêkûpêk avê nadin me. Em nikarin serê xwe bişon. Hefteyê 1-2 saetan avê didin me. Hin caran em nikarin biçin lawaboyê.
'JI BER NIVÎSA OCALAN ROJNAMEYA GUNDEMÊ NADIN ME'
Actay di berdewama nameyê de anî ziman ku, ji ber nivîsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojnameya Ozgur Gundemê jî nadin wan û wiha got: "Piştî parastina Manîfestoya Şaristaniya Demokratik" hat çapkirin nêzî mehekê ye rojnameya Gundemê nadin me. Actay da zanîn ku, dema ew tîraz dikin jî hinceta biryara dadgehê nîşan dide û rojnameyê nadin wan.
Rayedarên girtîgehê jî diyar kirin ku ew nigarin agahiyê bidin derve û pirs bê bersîv hiştin.