Li Gaziya Stenbolê li dijî fihûş û tiryakê meş

Li Gaziya Stenbolê li dijî fihûş û tiryakê meş

Endamên YDG-H'ê, li dijî bûyerên dizî, tiryak û fihûşê ku li herêmê zêde dibe, meşek pêk anîn û bang li ciwanan kir ku li dijî bişaftin û polîtikayên perçekrinê hişyar bin. Di çalakiyê de bang li ciwanên kurd hat kirin ku neçin leşkeriyê. 

Komek endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H), bi boneya li dijî dizî, tiryak, fihûş û sîxuriya ku li herêmê bi destpê polîsan pêş dikeve ciwanan hişyar bikin bi hişyariya "Metîngeriyê nejî û nede jiyandin" li Taxa Gaziyî ya Navçeyên Sultangaziyê meşek pêk anîn. Ciwanên ku li rawestgehê kom bûn heta Cemxaneya Gaziyê meşiyan. Ciwanan di meşê de pankarta "Li Kurdistanê metingeriyê nejî û nede jiyandin" û "Komalên Jinên Ciwan, yekîneyên YDGK'ê silav dike" vekirin. Komê bê navber siloganên "Em dê cîhana bêyî Ocalan bi ser we de hilweşînin" û "Erdogan dê hesab bide gel" û "Ji dizî û fihûşê re na" berz kirin. Di meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêşengê PKK'ê Mahsum Korkmaz (Agit) hat vekirin. Komê pişti meşê li ber Cemxaneyê daxuyanî da çapemeniyê û bang li ciwanan kir ku li dijî fihûş, tiryak, dizî û sîxuriyê hişyar teve bigerin. Li ser navê YDG-H'ê bang li hemû ciwanan hat kirin ku destûr nedin Kurdistanêbikin qada metîngeriyê û neçin leşkeriyê. Di daxuyaniyê de hat zanîn ku berî her tiştî jinên ciwan hedef tên girtin û xwest her kes li hemberî van polîtîkayan hişyar tev bigere.