Li Gavle meşekî piştgiriyê ji bo Kişanak û Anli hate lidarxistin
Li bajarê Gavle yê Swîsreyê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve li Qada Stortorget çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de faşîzma dewleta Tirk hate protestokirin.
Li bajarê Gavle yê Swîsreyê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve li Qada Stortorget çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de faşîzma dewleta Tirk hate protestokirin.
Di çalakiyê de daxwaza hate kirin ku Gulten Kişanak û Firat Anli yên ku beriya çend rojan hatibûn girtin bên berdan.
Di çalakiya ku dirûşmên mîan “Erdogan dest nede hevşaredarên me”, “DAIŞ û Tirkiye heman in”, “Ewropa bêdeng nebe”, “ Piştgirî bidin Kurdistan”, “Terorîst Erdogan” û “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” tim hatin qîrkirin, ji bo gel ji rewşa ku li Kurdistanê tên jiyîn agahdar bibin belavok hatin belavkirin.
Di axaftinên Rêveberên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Gavle û Komîna Jinan a Warşîn hatin kirin de diyar kirin ku hikûmeta AKP’ê li dijî vîna gel darbeyê dike û hemû hewldanên wan derveyî qanûnê ne û vê yekê qebûl nakin. Çalakvanan daxwaz kirin ku hemû dezgehên çapemeniyê yên ku hatine girtin bên vekirin, Kişanak û Anli bi lezgîn bên berdan û dîsa dest bi hevdîtinên aştiyene yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bidin destpê kirin.