Li Freîbûrgê panela 'NA'

Parlamentera HDP'ê Hezer li panelek li ser referandûma 16'ê Nîsanê axivî û diyar kir, ku ew li dijî zîhniyeta tekparêz a sed salî têdikoşin.

Panela li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê hat lidarxistin, ji aliyê Navenda Çanda Elewiyan a Freîbûrgê ve hat organîzekirin. Parlamentera HDP'ê Tûba Hezer, Parlamentera Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) Karîn Bînder, endamê Desteya Rêveberiya Navendî a Dîe Lînke Tobîas Pfluger, Hevşaredarê Rêya Armûşê ya Wanê Veysel Keser û siysetmedarê ji Dîe Lînke Jiyan Dûrgûn weke qiseker beşdarî panelê bûn.

Hezer da xuyakirin, ku Erdogan û nîjadperestên li Ewropayê dijîn di nava hewldanên sorkirina rewşê de ne û destnîşan kir, di navbera gelan û cihêrengiyan de pirsgirêk nîne.

Hezer anî ziman, hikumeta AKP'ê li dijî hemû cihêrengiyan ketiye nava şer û got, "Erdogan ku dadgerî, artêş û medya li Tirkiyeyê xist bin kontrola xwe, dixwaze hemû bedewiyan ji holê rake û desthilatdaiya xwe ya tekparêz mayînde bike."

Hezer diyar kir, wke HDP û hêzên demokrasiyê ew ne tenê li dijî desthilatdariya AKP'ê ya 15 salan têdikoşin û got, ew li dijî zîhniyeta dewleta tekparêz a sed salî têdikoşin.

Hezer wiha dewam kir: "Vê desthilatdariyê, ji bo têkoşîna demdirêj biqedîne bajar xera kir, bi hezaran mûxalîf girt, saziyên çapemeniyê girt, zanyar siyasetmedar, rewşenbîr kir. Niha jî ji ber ku çend mîtîngên wan ên li Ewropayê hatine betalkirin, xwe weke 'hawariyê demokrasiyê' nîşan dide.

Yên ku li welatê xwe berdevkê faşîzmê ne, li welatên din xwe demokrat nîşan didin. Bi feraseta 'li hundir dagirkerî, li derve dagirkerî' welat xistin nava kaosê. Lê belê em ê bi dengê 'NA' yê di referandûmê de bêjin, gel di nava wê xeleka we ya tirsê de nîne."

Panel piştî axaftina qisekerên din, bi pirs û bersivan qediya.