Li Fransayê pirtûka 'Stop Erdogan!' derket
Pirtûka bi navê 'Stop Erdogan!' a li Fransayê nû çap bû, qala têkoşîna azadiyê ya Kurd, Şoreşa Rojava, mêtingeriya Tirk û helwesta cîhana rojava dike.
Pirtûka bi navê 'Stop Erdogan!' a li Fransayê nû çap bû, qala têkoşîna azadiyê ya Kurd, Şoreşa Rojava, mêtingeriya Tirk û helwesta cîhana rojava dike.
Pirtûka bi navê 'Stop Erdogan!' ku ji aliyê Seroka Komeleya Piştgiriyê ya Fransa-Kurdistan Sylvîe Jan û akademîsyen Pascal Torre ve hate nivîsandin, ji weşanên France-Kurdistan derket.
Pirtûka ku ji 160 rûpelî pêk tê, pirsgirêka Kurd kurteber dike. Jan û Torre ku serûbinbûna jeopolîtîk a Rojhilata Navîn dinirxîne, destnîşan dike ku di nava van nakokî û mercên avakirina siyasî de Kurd weke aktorekî bingehîn derdikeve pêş. Di pirtûkê de mijarên; têkoşîna li dijî DAIŞ'ê, serketina Kobanê, bûyerên piştî wê qewimîn, rola hilweşîner a Tirkiyeyê ya li herêmê û sûcên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kirin tên nirxandin.
Di pirtûkê de bal tê kişandin ser tarîtî û nexşeya siyasî ya li Rojhilata Navîn û tê ragihandin ku sekna Kurdan ji bo hemû gelên angajeyî pêşketina demokratîk û civakî bûne, hêviyeke mezin e.
Jan û Torre di pirtûkê de bi taybetî balê dikişînin ser pêwîstiya bi piştgiriyeke xurt. Yek ji daxwazên di pirtûkê de tên destnîşankirin, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina navê PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorîst' e.
Di pirtûkê de sê jinên şoreşger ên Kurd ên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin kuştin nehatin jibîrkirin. Rola îstîxbarata Tirk a di komkujiyê de û destpênekirina dozê hate rexnekirin.
Wekî din, helwesta Fransa, Yekîtiya Ewropa û DYA ya li pêşberî Tirkiyeyê hate rexnekirin û hat gotin, "Ji bo demokrat ji Erdogan re bêjin 'stop' dem hatiye ku bibin yek."
* Pirtûk bi 10 Euro tê firotin. Ji navnîşana 'Association de solidarité France-Kurdistan' a facebookê dikare têkilî were danîn û bê peydakirin.