Li Fransayê ji bo siyasetmedarên kurd daxwaza ceza

Li Fransayê ji bo siyasetmedarên kurd daxwaza ceza

Di 2007’an de li Fransayê di operasyonên pêk hatin de siyasetmedarên kurd  yên hatin binçavkirin, ji van der barê 18 kesan de doz hate vekirin û  daxwaza ceza tê kirin.

Doza siyasetmedarên kurd yên berê li Fransayê hatibûn binçavkirin ji nû ve pêk hat û helwesta dadgehê neguherî. Ji bo siyasetmedarên kurd di navbera 3 û 5 salan de ceza hat xwestin.

Li Fransayê di 2007’an de di opersayonek pêk hat û gelek kurd hatin binçavkirin. Der barê 18 kesan de doz hat vekirin û dadgeha îtîrazê  ya dozê di navbera 11-27’ê sibatê de pêk hat. Biryara dadgehê  dê di 23’ê nîsanê de di çarçoveya dozê de ji 18 kesan re bê aşkerakirin.

Danişînên dozê ku sê hefteya berdewam kir dê vê hefteyê jî  bidome. Li gorî rojanmeya Yenî Ozgur Polîtîkayê di danişîna roja duşemê pêk hatiye de, dozger îdianmeya nû xwendiye û ji bo 18 kesan di navbera 3 û 5 salan de ceza xwestiye. Cezayên ku dozger daxwaz kiriye wihane; girtina Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya, ji Riza Altun re 5 sal, ji Kazim Ergun re 4 sal, ji Nedîm Seven re 4 sal, ji Zulkuf Kilinç re 3 sal, ji Rênar Lelîkan re 3 sal, ji Canan Kurtyilmaz re 4 sal, ji Kadîr Ozmen re 3 sal, ji Ayhan Tayfur re 3 sal, ji Muhîtîn Aslan re 3 sal, ji Atîla Balikçi re 3 sal, ji Nîhat Aslan re 3 sal , ji Mehmet Ulaş re 2 sal û Haci Karakoyun re 3 sal û 50 hezar Euro pere.

Dozger xwest Nedîm Seven li salonê bê kelebçekirin û girtin.Piştî îdianameyê parêzeran parastina xwe kirin. Piştî parastinên du rojan a parêzeran, heyeta dadgehê pirsên dawî pirsî. Siyastmedarê Kurd Nedîm Seven xwest komkujiya Parîsê bê ronîkirin û got ku ev mijar bo kurdan gelek girîng e. Seven diyar kir dadgeh bi fikarên polîtîk tevdigere û da zanîn ku ev şerê 30 salan divê li dadgeha navnetewî ya serbixwe bê darizandin.

Seven destnîşan kir ku biryara dadgehê çi dibe bila bibe dê di têkoşîna azadiyê de cih bigirin û dê gelê kurd jî têkoşîna xw bidomîne.

Piştî gotinên dawî yên siyasetmedaran, danişîn bi dawî bû.

 JI 2007’AN ŞÛNDE GUHERÎNE BALKÊŞ

Hefteya borî di doza îtîrazê ya Parîsê de cigira hevseroka BDP’ê parêzer Meral Beştaş û parlamenterê parlamentoya Ewropayê Marîe Chrîstîne Vergîat wek şahid hatibûn guhdarîkirin. Vergîat bal kişand ser guhertina polîtîkaya kurd ya li Fransayê û got ku sedema vê jî têkiliyê bi Tirkiyeyê re ye.  Vergîat bal kişand ser lîsteya terorê ya Ewropayê û got: “Mucahîdên Gel jî di lîsteyê de bû. lê derxistin. Ev ji bo PKK’ê jî derbasdar e.”

DI DEMA SARKOZY DE PEYMANA HEVKARIYA EWLEHIYÊ

Operasyonên li hemberî Kurdan bi taybet di dema Nîcolas Sarkozy zêde bûn. Di serê sala 2007’an û heta sibata 2013’an de 250 kurd bi hincetên siyasî hatin girtin. Endamê KNK’ê Adem Uzun ji 9’ê cotmehê de heta niha girtiye.  Di 12’ê sibatê de Ahmet Davutoglu çû Fransayê di wê demê de 15 kurd hatin binçavkirin. Ji van 7 heb hatin girtin.