NÛ BÛ II

Li kolanên Ewropayê dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî' deng veda

Li Fransa, Swîsre û Elmanyayê bi hezaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê ya 25'ê Mijdarê hatin ba hev û bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" kolan hejandin.

25’Ê MIJDARÊ ROJA TÊKOŞÎNA TUNDIYA LI DIJÎ SER JINÊ

Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi beşdariya hezaran jinan meşeke mezin hat lidarxistin. Rêxistinên jinan ên Fransa jî piştgirî dan meşa bi pêşengiya Komeleya Jinên Kurd Arîn Mîrkan.

Meş ji Kolana Canebîere destpê kir heta Qesra Edaletê berdewam kir. Di tevahiya meşê de jinan bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" tundiya li ser jinê şermezar kirin.

Di axaftinên ku ji aliyê berdevkên kolektîfên jinan ve hatin kirin de hat destnîşankirin ku tundiya li ser jinê nayê qebûlkirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku divê zext û tundiya li ser jinên Kurd bi dawî bibe û xwestin berpirsyarên tundiyê bên darizandin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên "Non à la şideta faite aux femmes! (Ji tundiya li ser jinan re na!)", "Stop à l'impunité, justice pour les femmes! (Dawî li bêcezakirinê bînin, ji jinan ere edalet!) "Une femme libre, une société forte! (Jina azad, civaka bi hêz)”

û "Égalité, respect, dignité pour toutes! (Ji her kesî re wekhevî, rêzdarî û rûmet!)” hatin berzkirin.

REIMS

Li bajarê Reims ê Fransayê jî meşa 25'ê Mijdarê hat lidarxistin.

Di çalakiya bi pêşengiya 17 saziyan hat lidarxistin de Komuna Jinên Kurd a Xwebûn pankarta "Şerê we xwîna me ye" hilgirt.

Di çalakiyê de bênavber dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" hat berzkirin.

Di çalakiyê de Tevgera Jinên Ewropayê hat xwendin û bi gerandina govendê bi dawî bû.

LOZAN

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê li ser tundî û cudakariya li ser jinan konferansek gel hat lidarxistin.

Konferans bi pêşengiya Ligue Suisse Des Droits de l'Homme (Liga Mafên Mirovan a Swîsreyê), rêxistinên jinan û saziyên mafên mirovan pêk hat. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, parêzvanê mafên mirovan parêzer Gulseren Yolerî jî beşdarî konferansa bû.

Gulseren Yolerî di konferansê de wiha axivî: “Di sala 2022’yan de li cîhanê 99 hezar jin hatin qetilkirin. Ji her 4 jinan yek ji aliyê ferdekî malbatê ve tê qetilkirin. Şer û xizanî di tundî û cudakariya li ser jinan de cihekî girîng digire. Di şeran de herî zêde jin û zarok tên qetilkirin û mexdûr dibin. Li dijî her cure tundî û şer têkoşîn pêwîst e."

Gulseren Yoleri jî ev agahî parve kir:

“Tirkiye li gorî daneyên TUÎK'ê di nava welatên OECD'ê de di warê tundiya li dijî jinan de bi rêjeya ji sedî 38 a qetilkirina jinan yekemîn e. Her wiha jin ji sedî 36 rastî tundiya fîzîkî, ji sedî 44'ê tundiya psîkolojîk û ji sedî 11'ê tundiya zayendî tê.

Li gorî daxuyaniya Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin, li Tirkiyeyê di sala 2021’an de 471, di sala 2023’yan de 582, di deh mehên ewil ên sala 2024’an de jî 357 jin hatin qetilkirin. Ji jinên di sala 2024’an de hatine qetilkirin 198 bi çekan û 77 jî bi amûrên birînê hatine qetilkirin. Temenê jinên hatine qetilkirin 35 salî ne.

Li girtîgehan binpêkirinên mafan ên giran li jinan tên kirin. Lêgerînên tazî, kamerayên di tuwalet û serşokê de, tacîz û destdirêjî pêk tên.

Li girtîgehan ji bo paqijî û xwarinê pêwîstiya jinan bi pereyan heye. Girtî van tiştan bi pereyan dikirin. Ji bo feqîran gihandina wê zehmet e. Ev yek ji bo girtiyên edlî dijwartir e. Ji bo vê jî bi tacîz û destdirêjiyê re rû bi rû dimînin.

Betalkirina Peymana Stenbolê û Qanûna bi hejmara 6284’an tê wateya ku jin bi temamî teslîmî tundiyê bibin.

Di vê salê de êrîşa herî girîng a li Kurdistanê polîtîkaya qeyûm ya destê desthilatdariya AKP-MHP’ê pêk hatin. Qeyûm li dijî jinan û destkeftiyên jinan e. Qebûl nakin ku nîvê civakê jin nûnertiya wan bike. Ev êrîş li dijî hevserokatî û saziyên jinan tê kirin.

Li Tirkiyeyê tevgereke xurt a jin û femînîst heye. Jin ji bo pêşeroja xwe û serketinê bi hêvî ne."

DUSSELDORF

Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan de li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi pêşengiya YJK-E’yê meş hat lidarxistin.
Jin li pêşiya îstasyona navendî ya trênê ya Dusseldorfê li hev kom bûn û pankart û dovîzên li dijî kuştina jinan tînin ziman hilgirtin.
Li ser navê rêxistinên cuda yên jinan daxuyanî hatin dayîn û piştre bi sedan jinan dest bi meşê kir.
Ji xeynî jinên Kurd, ji gelek neteweyan jin beşdarî meşê bûn û li kolanên Dusseldorfê dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" hat berzkirin.
Piştî meşê li pêş Dadgeha Dusseldorfê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Piştî daxuyanî û agahdarkirina bi Elmanî, li ser navê YJK-E'yê Ayten Kaplan axivî: "Pergala heyî şirîkê qirkirina jinan e û civak jî bi bêdengiya xwe, bi heman awayî dibin şirîkê vê rewşê. Ev qirkirin, bi awayekî giştî di bin siya civak, şer û sîstemê de berdewam dike. Lê mixabin kes naxwaze vê yekê bibîne. Li şûna berxwedanê, hişmendiyeke ku vê yekê qebûl dike li dar e. Pêwîste ev rewş bê dîtin û qadên azadiya jinan gelek muhîm e."

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

FRANKFURT

Jinan bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê daketin qadan.

Meşa ku bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) hat organîzekirin, ji Willy Brandt Platzê dest pê kir û bi mitînga li Sud-Bahnhofê bi dawî bû.

Di çalakiyê de pankartên “Şerê we xwîna me ye” û “Em ê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî xwe biparêzin” hatin hilgirtin. Her wiha wêneyên jinên hatine qetilkirin bi findan hatin ronîkirin. Nûnerên Women Defend Rojava û yên Jin Jiyan Azadî Bundnisve ADKH (Tevgera Demokratîk a Jinên Ewropayê) beşdarî çalakiyê bûn û di domahiya meşê de peyama TJK-E’yê (Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê) hat xwendin.

BERN

Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî li paytexta Swîsre Bernê bi beşdariya hezaran jinan meş û mîtîngek hat lidarxistin. Bi hezaran jin li ser banga Partiya Sosyalîst a Swîsre (SP), Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê, 16 Tage gegen gewalt an Frauen (Tora 16 rojan a tundiya li ser jinan) a ku ji 250 sazî û tevgeran pêk tê, li qada Schutzenmatte li hev kom bûn û heta ber bi Meclisa Federal a Swîsreyê ve meşiyan. Jinên Kurd ên beşdarî çalakiyê bûn bi dirûşm û dîmenên xwe bal kişandin ser xwe.

Jinên ku Qada Schutzenmatte tije kiribûn, tevî hewaya sar heta Bundestagê meşiyan. Piştî axaftinan bi dirûşma Jin Jiyan Azadî (Frauen Leben Freiheit) dest bi meşê kirin. Bi hezaran kes heta qada li ber Meclîsa Federal meşiyan û piştre li vir mîtîngek li dar xistin. 

Kurdistaniyan wêneyên Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî yên ku cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn hilgirtin.

Aktîvîsta YJK-S'ê Ozen Aytaç li ser navê Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ku yek ji bangawaziyên çalakiyê ye, daxuyaniya bi zimanê Elmanî xwend. 

Di daxuyaniyê de ev daxuyanî hatin dayîn:

“Em hemû jinên ku di têkoşîna xwe ya azadî û edaletê de hatine qetilkirin û li dijî kuştina jinan derketin bi bîr tînin û diyar dikin ku em ê bibin dengê wan. Pêla qirkirina jinan a ku li Tirkiye û parçeyên din ên Kurdistanê berdewam dike. Li Tirkiyeyê di sala 2024’an de nêzî 300 jin hatin qetilkirin. Dewleta ku diviyabû parastinê wan bikira li der û dorê nebû.

Weke jinên Kurd, li her derê Kurdistanê û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, rastî tundiyê tên. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, çalakvanên Kurd rastî zext, êşkence û cezayê darvekirinê tên. Tevgera Azadiyê ya Kurd vê tundiyê weke parçeyekî bingehîn ê pergala baviksalarî qebûl dike û banga veguhertineke kûr a civakî li ser esasê azadî, wekhevî û azadiya jinê dike.

Lezgîniya vê veguherînê îro nîşanî me dide ku çalakvana Kurd Werîşe Muradî li Îranê bi darvekirinê re hatiye mehkûmkirin. Ji bo ku jinên xwedî li azadiya jinê derkevin û têkoşîna xwe bidomînin, divê em bi lezgînî bi hev re tevbigerin. Di vê çarçoveyê de tevgera 'Jin, Jiyan, Azadî' derket holê ku ji bo pêşerojeke bê zordestiya baviksalarî û kapîtalîst têdikoşe û jin xistiye navenda berxwedanê. Em bi Jin Jiyan Azadî xwe diparêzin. Dirûşma Jin Jiyan Azadî ne tenê banga berxwedanê ye, di heman demê de nîşaneya zelal a ku jinên cîhanê di têkoşîna xwe de yek in û li dijî zilma pergala baviksalarî û kapîtalîst li ber xwe didin.

Tevger û felsefeya azadiya Kurd hêviyê dide cîhanê. Rêxistinbûn û têkoşîna jinê ya ji bo wekheviya zayendî, bi felsefeya Rêber APO, rê nîşanî me dide ku em li seranserê cîhanê li dijî tundiya baviksalarî û mêtingeriya kapîtalîst bi ser bikevin. Dem hatiye ku em weke jin di her astê de xwe bi rêxistin bikin, dengê xwe bilind bikin û mafê xwe yê jiyana azad biparêzin.