Li Ewropayê li dijî êrîşên dewleta Tirk çalakî
Li gelek navendên Ewropayê êrîşa 25’ê Nîsanê hate şermezarkirin.
Li gelek navendên Ewropayê êrîşa 25’ê Nîsanê hate şermezarkirin.
Li Îngilîstan, Fransa, Elmanya û Danîmarkayê Kurd, li dijî êrîşên dewleta Tirk di nava çalakiyan debûn.
ÎNGÎLÎSTAN
Kurdistanî û dostên wan ên li bajrê Brîgston ê Îngilîstanê dijîn, êrşa dewleta Tirk a 25’ê Nîsanê li ser Şengal û Rojava lidar xistîn protesto kirin.
Gelek kes beşdarî çalakiya protestoyê ya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Sûssexê ve hate organîzekirin bûn. Di çalakiya pankartên şermezarkirina dewleta Tirk hate vekirin de, belavokên ku têkiliyên hikûmeta AKP’ê û DAIŞ’ê eşkere dike hatin belavkirin. Di çalakiyê de daxwaz hate kirin ku herêma Bakurê Sûriyeyê ji bo firîna balafiran bê qedexekirin.
Di çalakiyê de bang li hemû hêzên navneteweyî, koalîsyona navneteweyî û hêzên demokrat hate kirin ku li dijî hovîtiya DAIŞ’ê rawestin.
DANÎMARKA
Li bajarên Arhûs û Abenra ên Danîmarkayê dewleta Tirk hate protestokirin. Mîtîng û meşa protestoyê ku ji aliyê PYD Danîmarkayê ve hate organîzekirin bi sedan Kurdisanî beşdar bûn.
Di çalakiyê de bêdengiya hemû cîhanê ya li hember êrîşa 25’ê Nîsanê hate şermezarkirin.
ELMANYA
Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê jî êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê hate protestokirin. Di çalakiya nêzî 500 kes beşdar bûn de, nerazîbûn nîşanî lihevkirina Barzanî û AKP’ê hate dayîn.
Di çalakiya gelek belavok hatin belavkirin de, dirûşmên ku dewleta Tirk şermezar dikin hatin qîrkirin.
FRANSA
Li bajarê Lyon ê Fransayê li ser banga Platforma NA li navenda bajrê êrîşa dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê hate protestokirin. Di çalakiyê de hîleyên hikûmeta AKP’ê ya di referandûmê de jî hate şermezarkirin.