Li Ewropayê ji bo Rojavayê Kurdistanê banga alîkariyê

Li Ewropayê ji bo Rojavayê Kurdistanê banga alîkariyê

Komîteya Piştgirîya Rojavayê Kurdistanê ya li Ewropayê ku li ser banga KNK’ê hatibû sazkirin, xebatên xwe didomîne. Komîteyê, kampanya ku Heyva Sora Kurdistanê daye destpêkirin weke karekî girîng destnîşan kir û daxwaz kir ku alîkarî ji îro pê ve ji bo Rojava bi awayekî navendî di bin sîwana Heyva Sora Kurdistanê de were komkirin û bi yekdestî here welat, her wiha ev alîkarî bi rêya Destaya Bilinda Kurdî were belavkirin. Komîteyê ji Desteya Bilind a Kurd jî xwest ku li Ewropayê ji bo wergirtina alîkariyê nunertiyek destnîşan bike.

Li ser banga KNK’ê ku di Konferansa Parîsê de Komîteya Piştgiriya Rojavayê Kurdistanê hatibû hilbijartin. Komîteya Pistgiriya Rojava roja 02.03.2013 de, bi beşdarbûna endam û nûnerên saziyan civîna xwe li navenda KNK ê pêk anî. Civîn bi tevayî li ser kar û xebatên piştgirtinê û li ser pirsgirêkên herêmê, rewşa herêma Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê rawestiya. Di encama civînê de plansazîyek xebatê hate çêkirin û kar li endaman hate belavkirin.

Xebata alîkarîyê ya ji aliyê kesayetî, komele û saziyan pêk hatibû hate nirxandin. Komîteyê girîngiya xebata tevahî ya hemû çalakvan û komelayan pîroz kir. Kampanya ku Heyva Sora Kurdistanê daye destpêkirin weke karekî girîng destnîşan kir û daxwaz kir ku, alîkarî ji îro pê ve ji bo Rojava bi awayekî navendî di bin sîwana Heyva Sora Kurdistanê de were komkirin û bi yekdestî here welat, he wiha ev alîkarî bi rêya Destaya Bilinda Kurdî were belavkirin.

Komîteya Piştgiriya Rojava, Destaya Bilinda Kurdî weke nûnerê Rojavayê Kurdistanê dibîne û bang li hemû partî û saziyên Kurdistanî dikin ji bo pêşdebirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê Desteya Bilind destek bikin.

Beşdarên civînê, gelek girîngî dane hevkariya kêmnetew û olên cûda, mîna Ermenî, Asûrî, Suryanî û Êzîdî, di nava Rojavayê Kurdistanê de.

Beşdarên civînê daxwaz ji gel, partî û saziyên bakûr kirin ku zextê li ser Dewleta Tirk bikin da deriyên sînorê Kurdistanê yên Kurmênc (Efrîn) û Kobanê vekin û alîkariyê bidin gel.

Beşdaran bang li Destaya Bilind a Kurd bikin da ku di zûtirîn demê de li Ewropa nûnertiya xwe diyar bike û dest bi xebateke bi berhem bike.  Komîteyê bang li dewlet û saziyên navneteweyî kir ku, herêma Rojavayê Kurdistanê ji alîkariyên aborî yên wan yên diçin Sûriyeyê bêpar nemîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Dijminên gelê Kurd, dixwaze û plan dike ku Rojavayê Kurdistanê ji gel vala bike. Ev xeteriyek mezine. Em bang dikin ku, gel welatê xwe terk neke.”