Li Eşrefiyê pevçûn
Li Eşrefiyê pevçûn
Li Eşrefiyê pevçûn
Li Taxa Eşrefiyê ya Helebê di navber Lîwa Cebet El-Ekrad û hêzên rejîma Baas de pevûn rû dan.
Li gorî agahiyên çavkaniyên Lîwa Cebhet El-Ekrad, dema hêzên rejîma Baas ji aliyê çerxeriya yekê xwestin têkevin taxa Eşrefiyê, di navbera wan û çekdarên Lîwa Cebhet El-Ekrad de pevçûn derketin. Hate ragihandin ku, di encama pevçûnê de ji hêzên rejîmê kuştî çêbûne, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Li aliyê din çavkaniyên herêmî diyar kirin ku, hêzên rejîma Baas 300 leşker bi çekên giran anîne Taxa Suryan û di nava wan de Hizbullaha Lubnanê jî hene.