Li Eskîşehîrê nijadperestan biçekê êrîşî malbatek Kurd kir
Li Eskîşehîrê nijadperestan biçekê êrîşî malbatek Kurd kir
Li Eskîşehîrê nijadperestan biçekê êrîşî malbatek Kurd kir
Malbata Altan ya ji Agiriyê ku li navçeya Alpu ya Eskîşehîrê jiyan dike, rastî êrîşekî çekdarî ya 40 kesî hat. Remezan Altan da diyarkirin ku, ewlehiya canê wan nemaye û bang li rayedaran kir.
Malbata Altan ya ji Agiriyê ku li navçeya Alpu ya Eskîşehîrê jiyan dike û mala wan li ser rêya Bendavê ye şeva din di demjimêr 19.15’an de rastî êrîşa komekî nijadperest hat.
Koma ku hate gotin nêzî 40 kesan bûn, bi wesayît û motoran hatin ber mala malbata Altan û mal gulebaran kir. Hate hînbûn ku, bi şans tukes birîndar nebû. Hemû camên mala Altan şikandin.
Remezan Altan yên ku agahîdane Ajansa Nûçeyan ya Dîcleyê (DÎHA) û diyarkir ku, piştî bûyerê agahîdane polîsan, polîsan ji wan re gotine agahiyê nedin BDP’ê û çapemeniyê. Altan ragihand ku, koma êrşî wan kiriye gotiye “Em dê nehêlin hûn li vir bin. Cihê terorîstan li vir tune ye” nezanîne dê çi bikin. Altan da zanîn ku, ewlehiya canê wan tuneye û rayedar jî guh nadin wana.
Altan got, di nava salekê de 6 caran rastî êrîşê hatine.