Li Eskîşehîrê êrîşî karkerên kurd kirin
Li Eskîşehîrê êrîşî karkerên kurd kirin
Li Eskîşehîrê êrîşî karkerên kurd kirin
Koma ji nêzî 100 kesan pêk dihat, li taxa Çamlica ya Tepebaşi ya Eskîşehîrê êrîşî karkerên kurd ên di înşaetê de dixebitîn kir.
Komek ku ji nêzî 100 kesan pêk dihat li taxa Çamlica ya Tepebaşî ya Eskîşehîrê bi kêr bêr û daran êrîşî karkerên kurd ên di înşaetê de dixebitîn kir. Karkerên kurd ên bi navê Murat Delîbaş, Emrah Guney, Ustad Dalkiliç û Sedat Dalkiliç ji bedenên xwe ve birîndar bûn.
4 karkerên kurd ên birîndar bûn rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Tepebaşî. Hat zanîn ku polîs li şûna êrîşkaran binçav bikin, karkerên kurd binçav kirin. Hat zanîn ku karkerên kurd ji Agirî hatine û li înşaetê dixebitin. Rageşî didome.