Li Ermenistanê ji bo Ocalan kampanyaya îmzeyan didome

Li Ermenistanê ji bo Ocalan kampanyaya îmzeyan didome

Kampanyaya ji Ocalan re Azadî li seranserê cîhanê tê meşandin û li Ermenistanê jî bê navber didome. Endama Meclisa Jinan a Kurdên Ermenîstanê Dr. Tamara da diyarkirin ku, “me 35 hezar zêdetir îmze komkirin û armanca me ewe ku em bigehînin 50 hezar îmzeyan.”

Kampanyaya îmzeyan a ku di qada navneteweyî de ji aliyê Înîsiyatîfa Navnetewî ya ‘Ji Ocalan re Azadî Ji Kurdistanê re Statû’ hatiye destpêkirin, her ku diçe berfireh dibe.  Navende ku herî zêde îmze lê tên berhevkirin  yek jê Ermenîstanê. Li Ermenistan paytaxta Erivanê ligel sar û sermayê bi coşek mezin kampanya bo Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike.

Aktîvîstên kampanyaya îmzeyan piştî hilbijartinê serokomariya Ermenistanê, ancax dewletê da destûr da ku masê xwe daynin û îmzayan berhev bikin.  Em çûn cem wan û di derbarê kampayaya ku li Êrîvanê tê meşandin agahî girt.  Endamê Meclîsa Jinan a Kurdên Ermenistanê Dr Tamara di derbarê kampanyayê de ji ANF’ê re axivî û got: “Em demeke dirêje li Ermenistanê kampanyaya îmzeyan dimeşînin û gelekî baş diçe. Ez  gelekî kêfxweşim ku ji bo Birêz Abdullah Ocalan azad bibe xizmet dikim. Kêmbe jî rojê  500-600 îmze kom dibin. Zehmete lê em gelek kêfxweşim.  Ji ber ku ez dizanim wê ev kar bibe ximeta azadiya reber APO. Yek jî ez serokê xwe silav dikim û ez dibejim heta  ku serok APO azad nebe em jî azad nabin û silavê xwe yê germ ji vir heta Îmralî dişînim. Yek jî silavê xwe ji hemû hevalê serê çiyê re dişînim. Sala 2013’an dê bibe sala serkeftinê.”

KAMPANYAYÊ ELEQEYEK MEZIN DÎT

Endama  meclisa jinê  û Endama  Komîteya Kurdistan a Kurdên  Ermenistanê Sozdar Sîdar jî wiha got: “Ev qasî sê mehe ku me li Ermenistanê kampanyaya îmzayê daye destpekirin û ne tenê li navênda Erivanê dimeşînin, her wiha li bajar û bajarokê Erivanê û li gund û bajarê Ermenistanê jî berdewame. Bi  giştî mirov dikare beje ku eleqeya gelê Ermenî pir başe, yê ku serok nas dike û nas nake,yê ku kêm jî nas dike pir bi dil germ nêzê vê kampanyayê dibin. Tên  îmzayên xwe davêjin û ji bo serok dua dikin Em dema diçin gel wan em alî ziman de zehmetî dikişînin.

Em  karin bejin yê ku serok APO nas dikirin, yê ku nas nedikirin jî, bi vê kampanyayê baştir nas kirin e.  Wekî din jî  kampanya tenê Ermenistanê nameşe,tenê li Rewanê komdikin wekî din jî gelê me yê Kudê Ezdî jî bi dil germiyek mezin nîzik dibin. Ciwanên kurd  jî ev demeke dirêje,li bajarê Gumrî,Akbaran,Oktonberiya,Îcmezîn,Talîn,Aboviyan,Erivan,û gund û bajaran, bi fedakariyeke mezin digerin û ji nav gelê Ermenî Îmzeyan kom dikin.”

 Sozdar Sîdar da zanîn ku ev çend roje bi Dr Tamara re li Erîvanê  îmzeyan kom dikin û bi teybet gelê ermenî eleqeyeke mezin nîşan dide.

HEDEF 50 HEZAR ÎMZEYE

Dr Tamara jî ev demeke direje di nava wî karî de bi coşeke mezin xebata xwe dimeşîne û wiha got: “Ji roja ku  kampanya  hatî destpêkirin heta niha li Ermenîstanê hejmara îmzeyê hatiye komkirin 35 hezar derbaz kirî ye û hedafa me ya ku me biryar girtibu ku em li Ermenîstanê 50 hezarî kom bikin. ji bo vê xebata me bê navber didome.”