Li Ermenîstanê hilbijartin: Kurd wê li ser navê xwe deng bibin
Li Ermenîstanê ji bo hilbijartinê îro, namzertê Kurd çûn nav gundan û deng ji gundiya dixwastin.
Li Ermenîstanê ji bo hilbijartinê îro, namzertê Kurd çûn nav gundan û deng ji gundiya dixwastin.
Namzertê Kurd Kinyasê Hemît çû navçêya Akbaranê bi keye û serokê dibistana, wanexaneyan û kesê ruspîra re rûnişt û deng xwest.Kinyasê Hemit ji keye û midûrê dibistanê û 11 gundên Kurda deng xwast û got pewste hûn dengê xwe bidin Partiya Komarê ya ku Serokkomarê Ermenîstanê Serç Sarkîsyan serokatiya wê dike.
Hilbijartina parlementoya Ermenîstanê wê di 2’ê Nisanê de were kirin. Di hilbijartina îsal de wê 2 namzetên Kurd bikevin Parlementoya Ermenîstanê
Îsal di Destûra Bingehî ya Ermenîstanê de gûhertina hatiye çêkirin, wê ji kêm netewên li Ermenîstnê dijîn jî, parlementer werin hilbijartin. Wê li ser navê her kêmnetewekê namzertek were bijartin û di parlementoya Ermenîstanê da cih bigire.Li ser navê Kurda û civaka Ezîdî 2 namzert hatine eşkerekirin. Yek li ser navê Kurdan û yek jî li ser navê Civaka Êzîdî wê bikevin parlementoyê. Yê ku li ser navê Kurdan tê hilbijartın,Serokê Şaxa Kurdê Ermenîstanê Kinyasê Hemîd e. Kinyasê Hemît bi xwe ji navçeya Aboviyanê ye û Misilman e.Salên dûr û dirêj di kar û barên dewleta Soveyetê de kar kiriye. Her wiha ji salên 90’î ve jî din ava karên Kurdistana Komîtê de kar dimeşîne û ji sala 2006’an û vir ve jî Serokê Şaxa Kurdên Ermenîstanê ye.
Yê ku ji li ser navê Civaka Ezîdî jî hatiye bijartin Endamê Edaletê yê Ermeniya Rustem Mahmûdyan ne.Rustem Mahmudyan jî ji navçeya Akbaranê gundê Elegezê ye û Êzîdî ye.Di karê dewleta Ermenîstanê de jî di komîteya Destûra Bingehîn de jî xwedî erk e.
Kinyasê Hemît ji keye, direktorê dibistana û kesê amade re axivî û wiha got: “Em di serî de spasiyên xwe pêşkêşî dewleta Ermenîstanê dikin ku şensekî wisa daye gelê me ku bi dengê xwe beşdarî hilbijartinê bibin.Ji ber ku heta niha di nav Meclîsa Ermenîstanê de tu kesî me nebu ku gelê me li wir temsil bike.Lê îro em dibînin di Destûra Bingehî ya gûhertına Ermenîstanê de, cih hatiye dayîn ku 4 kêmnetew kanin di Parlemetoya Ermenîstanê de cih bigirin.Ev çar kêmnetew evin; Rûs, Ezîdî, Asurî û Kurd in. Ji bo çi em dibêjin dengê xwe bidin Partiya Komarê, ji ber ku kêm jî be li gorî partiyên din gelek alîkarî daye gelê me. Ji bo wê divê gelê me dengê xwe bide vê partiyê.
Hemît destnîşan kir ku li Ermenîstanê hem di aliyê ziman, hem di aliyê çandê de gelek zimet ji bo me vê partiyê kiriye. Hemît got: “Zimanê Kurdî di dibistanan de bi awayekî fermî hatiye qebûlkirin û ji aliyê dewletê ve tê fînansekirin. Li aliyê ragihandinê de weke Radoyaya Dengê Kurdî, Rojnameya Rêya Taze, Saziya Nivîskaran û beşa Akademiya Kurdî hatine avakirin.”
Herî dawî Kinyasê Hemît destnîşan kir ku eger bên hilbijartin geleke projeyên wan hene ku bêxin di ximeta gel de û karên baş ji bo civakê bikin. Hemît di dawiya axaftina xwe de xêrhatina hemû kesên amade bûne kir.